‘Em dixwazin li ser axa xwe bimirin’
‘Em dixwazin li ser axa xwe bimirin’
‘Em dixwazin li ser axa xwe bimirin’
Kal, pîr û nexweşên ji Kobanê dixwazin li ser axa xwe bimirin. Kobaniyan da zanîn ku ger mirina wan hebe bila ser axa wan be û ev ji şervanên YPG-YPJ’ê xwestin: “Ger em venegerin Kolbanê û li van deran bimirin, li me helal bikin."
Ji ber êrîşên DAIŞ’ê bi hezaran Kurd Kobanê terk kir û niha nava şert û mercên dijwar de dijîn. Kal, pîr û nexweş ji ber êşa vê zilmê dimirin. Yekane daxwaza wan ev e ku li ser axa xwe bimirin. Piştî êrîşên çeteyan zêde bûn û koçberî zêde bû, Îsmaîl Mislim yê 75 salî û Elîf Elî ya 65 salî diyar dikir ku koçberî ji bo wan mirine. Elî da zanîn ku hevserê wê yê felc ku ji Kobanê derbasî wir kirine, êş û eziyetên mezin dikişînin.
EM DIXWAZIN LI KOBANÊ BIMIRIN
Elî diyar kir ku hevserê wê felc e, nexweşiya wî ya prostat û kronîk heye û wiha got: “Hewcedariya wî bi kontrolê heye. Ez jî nexweşa tansiyonê me. Ez nikarim bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bînim cih. Piştî me sînor derbas kir, nexweşiyên hevserê min zêde bûn û mehekê li nexweşxaneyê hat dermankirin. Nexweşxaneyê got ku ew nikarin tiştekî bikin û em şandin kon. Piştre zarokê min xwe gihand me. Heta em hatin vir me êşên mezin kişand. Pirsûs jî axa Kurdistanê ye lê em dixwazin rojên xwe yên dawî li axa xwe derbas bikin. Em dixwazin li mala xwe bimirin."
HÊVIYA ME AZADIYA KOBANÊ YE
Elî bi lêv kir ku ew bawer in wê Kobanê bigihêje azadiya xwe û wiha got:” Hêviya me ev e ku Kobanê azad bibe û xwîna şehîdên me li erdê nemîne. Em dixwazin vegerin Kobanê û li wir bijîn. Kobaniya me xweş û şêrîn e. Em bi tu derê naguherin.”
BILA YPG HEQÊ XWE HELAL BIKE
Elî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew deyndarê têkoşîna bi rûmet a YPG û YPJ’ê ne û got ger YPG tunebûya DAIŞ’ê wê ew hemû qetil bikirina. Elî got, "Wan xwe ji bo me feda kirin. Em çi bikin em nikarin deynê wan bidin.”