Elmanyayê 'Qanûna Ayata' ji nû ve xist rojevê

Hikumeta Elman, qanûna ku astengiyê datîne pêşiya biyaniyên li vî welatî ku siyasetê bikin, ji nû ve xist rojevê.

Xala 47'an, ku sala 2012'an li dijî siyasetmedarê Kurd Mûzaffer Ayata hate bikaranîn û ji ber vê yekê weke "Qanûna Ayata" tê naskirin, ji bo bi hêsanî karibe bi cih were anîn, hewldaneke nû hatiye destpêkirin.

Siyasetmedarê Kurd Mûzaffer Ayata, ku piştî 20 salên li girtîgehên dewleta Tirk weke penaberê siyasî hate Elmanyayê, Tebaxa 2006'an hatibû binçavkirin û girtin. Li gorî xala 129. a Qanûna Ceza ya Elman, Nîsana 2008'an bi îdîaya "rêveberiya rêxistina sûc" 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayata hatibû birîn. Dewleta Elman, piştî ku ew berda jî, gelek astengî derxist pêşiya Ayata.

Sibata 2012'an jî, Daîreya Biyaniyan a Stûttgartê, li gorî xala 47'an a Qanûna Koçê, biryarek stand ku weke darbeyek li azadiya fikir hate dîtin. Meqamên Elman qedexe kiribûn ku Ayata gotaran binivîsîne, li konferansan baxive û tevlî çalakiyên Kurdan bibe.

XALA 47'AN JI NÛ VE DIXIN ROJEVÊ

Ev xal, heta wê rojê kêm caran bi cih hate anîn. Ji ber ku li dijî siyasetmedarekî Kurd bi  cih hate anîn, raya giştî û siyasetmedarên Elman nerazîbûn nîşanî vê da bûn. Tebaxa 2012'an li Daîreya Biyaniyan a Dadgeha Îdareyê ya Stûttgartê îtiraz hate kirin û biryar hate dayin ku bicihanîna vê xalê bê sekinandin. Dadgehê destnîşan kir, ku qedexeya siyasetê ya li ser Ayata hate ferzkirin, ji aliyê hiqûqî ve gelekî bi guman e û îdîa bê bingeh in.

Piştî çend salan, hikumeta Demokratên Xiristiyan/Sosyal Demokratan a bi serokatiya Serokwezîr Angela Merkel, xala 47'an ji nû ve xiste rojevê. Li gorî agahiyan, Wezareta Karên Hundir dest bi kar kiriye, ji bo ev xala ku weke "Qanûna Mûzaffer Ayata" tê naskirin, bi hêsanî bi cih were anîn.

Meha Hezîranê li bajarê Dresdenê bi beşdariya wezîrên karên hundir ên eyaletan civînek hatibû lidarxistin û wezîran di vê civînê de xwestibûn ku astengiyên qanûnî yên li pêşiya xala 47'an bên rakirin.

'RUHÊ ERDOGAN HATIYE BERLÎNÊ'

Wezareta Karên Hundir a Federal, ku ji bo bicihanîna xalê dest bi kar kiriye, dixwaze ev xal bi berfirehî û bi lez bi cih were anîn. Bi vî rengî wê gelek siyasetmedarên biyanî yên li vî welatî dijîn mexdûr bibin. Parlamentera Partiya Çep a Elman Ûlla Jelpke li ser vê xalê û hewldanên wezaretê ji ANF'ê re axivî û nerazîbûneke tund nîşanî hikumetê da.

Jelpke diyar kir, eger qanûn bi cih were anîn, ev yek wê ne kêmî zextên hikkumeta Tirk ên li siyasetmedarên Kurd be û got, "Eger hikumeta Elman ji ber 'berjewendiyên xwe yên derve' siyasetê li siyasetmedarên biyanî qedexe bike, ev yek wê ji zextên li welatên jê hatine ne cuda be. Ev rewş wê were wê wateyê ku bi welatên penaberên biyanî jê hatine, hevkarî tê kirin."

Jelpke destnîşan kir, ku xala 47'an ne ya qebûlkirinê ye û nerazîbûn nîşanî Thomas de Maîzîere da û diyar kir ku divê ew li dijî vê yekê bikevin nava hewldanan.