Elmanyayê ji bo Efrînê bangî NATO’yê kir
Elmanya ji bo nîqaşkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bangî NATO’yê kir ku bila bicive.
Elmanya ji bo nîqaşkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bangî NATO’yê kir ku bila bicive.
Dewleta Tirk ev hefteyek e, êrîşî Efrînê dike. Ji ber van êrîşan Elmanyayê hê nû gavek avêt. Piştî ku Elmanyayê biryar da ku tankên wan ên Leopard ên ku di destê artêşa Tirk de ye û Tirkiye bi van tankan êrîşî Efrîne dike, êdî Elmanya dev ji modernîzekirina van tankan berde, îro Berlînê gaveke din jî avêt.
Serokwezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel got ku, “Têkildarî şerê li Bakurê Sûriyeyê, em bi fikar in.”
Gabrîel bang li NATO’yê kir ku bila li ser vê meseleyê bicive û peyam da ku ew û Fransa ji bo sekinandina şer û alîkariya mirovî bigihînin herêmê ew ê têkevin nav hewldanan.
Biryara Elmanyayê ya ku ew ê êdî tankên Leopard modernîze nekin, ji aliyê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû jî hate piştrastkirin.