Elmanyayê ji ber Efrînê modernîzekirina tankên Leopard sekinand-NÛ BÛ
Hikûmeta Elmanyayê, ji ber nerazîbûnên di raya giştî de plana modernîzekirina tankan sekinand.
Hikûmeta Elmanyayê, ji ber nerazîbûnên di raya giştî de plana modernîzekirina tankan sekinand.
Elmanya beriya niha tangên “Leopard-ll” firotîbûn artêşa Tirkiyeyê. Artêşa Tirk di êrîşa li dijî Efrînê de tank bi kar anî. Ji ber vê sedemê hikûmeta Berlinê biryar da ku plana modernîzekirina tankên Leopard sekinand.
Hikûmeta Merkel li dijî qetilkirina sivîlan yên di êrîşên artêşa Tirk yên li dijî Efrînê de dengê xwe nekir û nerazîbûna xwe li aliyek din da nîşandan. Hikûmeta Federal plana modernîzekirina tankên “Lepoard-ll” ku di serdana wezîrê karê derve yê Tirk Çavûşoglû de hatibû rojevê, rawestand.
Kovara Der Spîegel li ser malpera înternetê ya Spîegel Onlîne ragihand ku di civîna îro ya serokwezîr Angela Merkel û wezîrê karê derve Sîgmar Gabrîel de hate diyakirin ku biryara çekdayîna Enqereyê ji aliyê hikûmeta koalîsyonê ya nû ve tê dayîn.
TIRKIYE DIXWAZE PARASTINA TANKAN XURT BIBE
Derketibû holê ku di serdema hikumeta Merkel de firotina çekan gelekî zêde bûbû. Dîsa hefteya borî derketibû holê ku fîrmaya parastinê ya bi navê Rheînmetall dixwest ku tankên Leopard modernîze bike û ji vê biryarê re vekirîbû.
Tankên Leopard-II ên ku di êrîşa Efrînê de hatin bikaranîn di navbera salên 2006-2009’an de Elmanyayê firotibû Tirkiyeyê.
Elmanyayê di 10 salên dawîn de 354 tankên Leopard-II firotiye Tirkiyeyê. Heta niha 3 hezar ev tank hatine çêkirin û mişteriyê herî baş ê van tankan jî Tirkiye ye.