Elmanyayê 'bi dizî' têra xwe çek firot Tirkiyeyê

Li gorî daneyên bazirganiya çekan ku Elmanyayê bi gotina "veşartî" ye eşkere nekir, par bi buhayê 344 milyon û 600 hezar Euroyî çek û cebilxane firot Tirkiyeyê.

Hikumeta Elman a bi serokwezaretiya Angela Merkel hefteya derbasbûyî rapora li ser firotina çekan a sala 2019'an bi rengekî fermî eşkere kiribû. Lê belê di raporê de tenê daneyên li ser çekên ji bo welatên li derveyî Yekîtiya Ewropayê û endamên NATO'yê eşkere kir. Di raporê de nehatibû eşkerekirin ku ji Tirkiyeyê re çiqas çek hatiye firotin.

Di raporê de hatibû got, "Ji ber pîvana parastina sirên bazirganiyê nabe ku daneyên welatan bên weşandin."

Bi biryara nepenîtiyê re Elmanyayê eşkere nekir ku ji 45 welatan çiqas çek firotiye 35 welatan.

Li gorî nûçeyeke taybet a ku Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) bi aboneyên xwe re parve kir, bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re ku daneyên wê nehate eşkerekirin, beşeke girîng a bazirganiya çekan a Elmanyayê ye.

Ajansê cih da agahiyên Wezareta Aboriyê ya Elman a bi gotina 'veşartî' ye, par ji Tirkiyeyê re bi buhayê 344 milyon û 600 hezar Euro malzemeyên şer hatiye firotin.

AMBARGO LI SER TIRKIYEYÊ HEBÛ

Piştî ku dewleta Tirk di Cotmehê de li dijî Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişa dagirkeriyê kir, hikumeta Merkel îdîa kiribû ku wan bazirganiya çekan a bi rejîma Enqereyê re rawestandine.

Ji ber vê yekê jî di belgeya 'veşartî' ya Wezareta Aboriyê de tê îdîakirin ku çekên dibe ku li Sûriyeyê bên bikaranîn ji Tirkiyeyê re nehatine firotin. Lê belê di lîsteya bi sernavê "Çekên şer" de tê gotin ku ji Tirkiyeyê re malzemeyên leşkerî yên tank, helîkoptera leşkerî, top û balafirên şer hatine firotin.

Dagirkeriya dewleta Tirk ku sala 2018'an tevî çeteyên xwe li dijî Efrînê da destpêkirin, tevî ku "li dijî hiqûqa navneteweyî" hate pênasekirin jî Elmanyayê bi buhayê 242 milyon û 800 hezar Euroyî çek firotibû rejîma Erdogan. Tirkiye di nava welatên ku bazirganiya çekan pê re hatiye kirin di rêza destpêkê de bû.