Elmanya li hemberî rejîma Erdogan 3 pêkanînan dide destpêkirin

Piştî ku çalakvanê mafê mirovan ê Elman Peter Steûdtner li Tirkiyeyê hate girtin, hikumeta Merkel li hemberî rejîma Erdogan wê 3 pêkanînan bide destpêkirin.

Wezîrê Karên Derve Gabrîel ev pêkanîn bi sernavê “Alîkariyên Yekîtiya Ewropayê”, “hişyariya ji bo ger û geştê” û “nirxandina mîsogeriyên krediyan” diyar kir.

Çalakvanê mafê mirovan ê Elman Peter Steûdtner û çend parêzvanên mafên mirovan di komxebateke Buyukadayê de hatibû binçavkirin. Piştî girtina çalakvanan di xeta Berlîn-Enqereyê krîzeke din rû da.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel di civîna bi çapemeniyê de  pêkanînên li hemberî Enqereyê diyar kir. Gabrîel diyar kir ku beriya vê civînê bi Merkel re jî civiyane û ev biryar ji aliyê hikumeta federal hatiye stendin.

GABRÎEL: TU ELEQEYA STEÛDTNER BI TIRKIYEYÊ TUNE

Gabrîel diyar kir ku piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê Steûdtner kesê 22’emîn e ku li Tirkiyeyê tê binçavkirin û got “Ti eleqeya Steûdtner bi Tirkiyeyê tine. Ne pisporê Tirkiyeyê ye, ne jî lêkolîneke wî li ser Tirkiyeyê heye. Lê ligel vî tiştî polîsên Tirk bi sûcdariya ku “terorîst” e, ew binçav kirine” û diyar kir ku hê 9 hemwelatiyên Elmanyayê di binçavan de ne.

Gabrîel gotina Erdogan a ku ji wan re gotibû “Hûn wekî Naziyan tevdigerin” jî bi bîr xist û got, “Li hemberî her provokasyonê em bihistyar tevgeriyan. Lê êdî sebra me jî nema.”

ALÎKARIYÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ, VEBERHÊNAN Û HIŞYARIYA GER Û GEŞTÊ!

Gabrîel diyar kirk ku êdî ew ê wisa nerm nêzik nebin û got Tirkiye ne bi tenê ji nirxên Ewrppayê ji nirxên NATO’yê jî dûr dikeve û bang li Tirkiyeyê kir got “Vegerin ser nirxên Yekîtiya Ewropayê.”

Wezîrê Karê Derve Gabrîel ev pêkanîn bi sernavê “Alîkariyên Yekîtiya Ewropayê”, “hişyariya ji bo ger û geştê” û “nirxandina mîsogeriyên krediyan” diyar kir.

Gabrîel diyar kir ji bo alîkariyên Yekîtiya Ewropayê dide Tirkiyeyê wê bi Brukselê re jî bicivin û got, “Li welatê ku her roj binçavkirin û girtin heye, em pêşniyaz nakin ku kes veberhênanê li wir bike. Em ê mîsogeriyên krediyên îxracatê ya Elman jî ji ber çavan derbas bikin.”

Gabrîel diyar kir ku wê hişyariya ger û geştê ya ji bo Tirkiyeyê jî hişktir bibe û got, “Ev mesele têkildarî hemû Elmanan e. Her Elmanên ku dixwaze biçe Tirkiyeyê dibe ku bi sûcdariya endamtiya terorê were binçavkirin.”