Elmanya: Divê Tirkiye biryarên DMME’yê pêk bîne

Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê diyar kir ku divê Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Elmanyayê ‘zûzûka û bêkêmasî’ pêk bîne.

Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê derabrê ‘Plana Çalakiyên Mafên Mirovan’ a ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan eşkere kiribû, daxuyanî da. Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê diyar kir ku divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Elmanyayê ‘zûzûka û bêkêmasî’ pêk bîne. Wezaretê bal kişand ser vî tiştî ku divê Osman Kavala û Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahatttîn Demîrtaş werin berdan.

Parlementerê Meclîsa Federal a Partiya Keskan Cem Ozdemîr jî diyar kir ku plana ku Erdogan eşkere kiriye, xapandin e. Ozdemîr jî xwest ku bila biryarên DMME were pêkanîn.

Parlementera Partiya Çep a Elmanyayê Ozlem Alev Demîrle jî diyar kir ku armanca vê plana Erdogan ‘hewldana xapandina raya giştî ye’. Demîrel ji beşa Tirkî ya DWyê re axivî û got,”Dema plana mafên mirovan dihate pêşkêşkirin tifaqa AKP û MHP’ê diyar dike ku wê HDP’ê qedexe bikin û parêzbendiya li ser parlementerên HDP’ê rakin. Nexwe ev tişt xapandin e.”