Elmanya di 'parvekirina' penaberan de bi israr e
Elmanya di 'parvekirina' penaberan de bi israr e
Elmanya di 'parvekirina' penaberan de bi israr e
Li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) serlêdana ji bo mafê penaberiyê roj bi roj zêde dibe. Di van serlêdanan de ji ber ku penaber bi tenê çend welatan tercîh dikin, nîqaş derdikevin holê. Di 8 mehên destpêkê yên îsal de li Elmanyayê 115 hezar serlêdanên penaberiyê hatin kirin. Elmanya bi israr e ku penaber bi awayekî wekhev li welatên endam bên belavkirin.
Serlêdanên penaberiyê yên di sala 2012'an de li YE hatin kirin di sala 2013'an de derket 435 hezarî. Tê payîn ku ev serlêdan heta dawiya vê salê zêdetir bibin. Di nava vê salê de 100 hezar penaber hatin Îtalyayê. Li mezintirîn welatê YE Elmanyayê jî 99 hezar serlêdanên nû hatin kirin.
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maiziere ku demeke dirêj e ji hejmara penaberên tên welêt aciz e, da xuyakirin ku pêwîste penaber li welatên endamên YE bi awayekî wekhev bên parvekirin. De Maiziere ji kovara Der Spiegel re axivî û diyar kir ku eger 28 welatên endam xwedî li penaberan derkevin, wê welatên mîna Îtalya yên rastî pêla penaberan tên, zehmetiyê nekişînin.
'KAPASÎTEYA ELMANYA BI SÎNOR E'
De Maiziere ragihand ku ji destpêka vê salê û vir ve mehane derdora 15 hezar serlêdanên penaberiyê li Elmanyayê hatine kirin û anî ziman ku 'kapasîteya qebûlkirina' penaberan a Elmanya bi sînor e. Wezîrê Karên Hundir diyar kir ku pêşî girtina li pêla penaberan, divê der heqê welatên xizan de polîtîka bê meşandin. De Maiziere wiha axivî: "Em tevahiya pirsgirêkên xizaniyê yên li cîhanê nikarin li welatê xwe çareser bikin. Ji bo perspektîfên nû (ji penaberan re) bê dayîn, beriya her tiştî divê rewşa welatên jê hatine, bê başkirin."
Kovara Der Spiegel her wiha da zanîn ku Thomas de Maiziere der barê mijarê de, di destpêka mehê de ji Komîsera Karên Hundir a Komîsyona YE Cecilia Malmstrom re nameyek şandiye. Kovarê ragihand ku de Maiziere destnîşan kiriye ku girîng e ji bilî kesên li welatê xwe zextê dibînin, penaberên din bên dersînorkirin.