Elman û Kurd li dijî bazirganiya çekan dadikevin qadan

Li dijî fîrma çekan a Elman wê ji 5'ê Gulanê heta 21'ê Gulanê meş û xwepêşandanên protestoyî bên lidarxistin.

Li dijî fîrma çekan a Elman, wê ji 5'ê Gulanê û pê ve li gelek bajaran çalakiyên protestoyî bên kirin.

Çalakî wê ji aliyê organîzasyonên dij bi şer û alîgirê aştiyê ve bên lidarxistin ku Kurd jî di nav de hene. Ji 5 heta 21'ê Gulanê wê li gelek bajaran bazirganiya çekan bê şermezarkirin.

NAV-DEM'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û ji bo meş û xwepêşandanên girseyî banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hate gotin, "5'ê Gulanê wê fîrmaya çekan a Elman kargeha Rheinmetall bê meşan were şermezarkirin.

Di şerê demdirêj ê Tirkiyeyê de yê ji bo tinekirina Kurdan, Elmanya her tim li cem Tirkiyeyê cih girtiye.

Di şerê Efrînê de jî Elmanyayê li nêzî Tirkiyeyê cih girt û bû welatê sereke yê Ewropayê ku destek da vî şerî. Tankên Elman li Efrînê li dijî sivîlan hatin bikaranîn. Tevî nerazîbûnan jî Elmanya xwe nade ber pêkanînên li dijî Tirkiyeyê. Li şûna ku hikumeta Elman di nava NATO'yê de vê êrîşa dagirkeriyê şermezar bike, hikumeta Merkel bû hevparê sûcên dewleta Tirk û vê hevpariya xwe hê didomîne.

Dema ku dewleta Tirk êrîş dibir ser Efrînê, hikumeta Elman tenê 20 rojan bi buhayê 4.4 milyon dolarî çek û cebilxane firot dewleta Tirk. Bi rengekî hêsanî û bê astengî ev çek radestî Tirkiyeyê hatin kirin. Yên ku ev çek firotine dewleta Tirk bûne hevparê vî sûcê giran."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hikumeta Merkel ne li ser rêya rast e û ne ya qebûlkirinê ye ku çek ji dewleta Tirk re bên firotin.

Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hate gotin, "Em ji hikumeta Elmanya dixwazin ku il cem mexdûran cih bigire. Yên ku mafên wan hatine binpêkirin û mexdûr bûne Kurd in. Lewma divê hikumeta Elman helwestek ku alîgirê Kurdan e nîşan bide. Yên zarokên wan, malbatên wan tên kuştin Kurd in. Û ev yek bi desteka çekan, madî û siyasî ya hikumeta Elmanyayê tê kirin.

Ji ber vê yekê divê em berxwedana xwe geş bikin. Hem li parlamentê hem jî li derveyî parlamentê divê em zexta xwe ya li ser hikumeta Merkel zêde bikin û bikin ku dest ji 'hevrêtiya xwe ya bi Erdogan re' bîne.

Meş û xwepêşandanên protestoyî yên 5'ê Gulanê li dijî Kargeha Rheinmetall bên lidarxistin ji aliyê gelek saziyên dost, dijberên şer û alîgirên aştiyê ve tên organîzekirin. Em bang li hemû pêkhate û gelê xwe dikin ku bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin."

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Bernameya çalakiyan wiha ye:

Dusseldorf: 5'ê Gulanê 2018, saet 11.30, DGB Haus, Friedrich-Ebert- Straße 34 – 38

Berlîn: 5'ê Gulanê 2018, saet 15.00, S/U Westhafen/Platz vor dem MOA Bogen 5

Berlîn: 7'ê Gulanê 2018, saet 17.30, Pêşiya Hotel Maritimin (Hevparên Rheinmettalê wê bên şermezarkirin)

Berlîn: 8'ê Gulanê 2018, saet 10.00, Hotel Maritim, Stauffenbergstr. 26

Goettîngen: 8'ê Gulanê 2018, saet 19:00, Zentrales Hörsaalgebäude Universität Göttingen, Platz der Göttinger Sieben 5 (Panel)

Stûttgart: 10'ê Gulanê 2018, saet 12:00, Li pêşiya US-AFRICOM-Stuttgart-Möhring, Li dijî bareghên leşkerî yên DYA mîtînga aştiyê

Munster: 12'ê Gulanê 2018, saet 11:00, Navenda Bajêr/48143 Müster (Panel)

Stûttgart: 14'ê Gulanê 2018, saet 19:00 Welthaus Stuttgart/Charlottenstr. 17 (Penal)

Stûttgart: 15- 17'ê Gulanê 2018, Messegelände/ Messepiazza 1

Stûttgart: 15'ê Gulanê 2018, saet 08:00- 09:00 Landgericht Stuttgart, Olgastr. 2 (Nobeda hişyarkirinê)

Stûttgart: 16'ê Gulanê 2018, saet 17:00, Messe Stuttgart, Messepiazza 1 (Mîtîng)

MEŞA DIRÊJ

Wekîd in wê li eyaleta Baden-Wurttembergê 21'ê Gulanê meşeke dirêj dest pê bike û heta 2'ê Hezîranê dewam bike. Meş wê li Oberndofê dest pê bike û heta Berlînê bidome.