Elman ji bo rezervasyonên Tirkiyê mafê betalkirinê dixwazin!
Piştî hişyariya li ser gerê ya Elmanya ya ji bo Tirkiyê saziyên ku mafê mezaxtinê diparêzin ji hikûmetê daxuyaniyeke zelal xwestin û mafê taybet ê betalkirinê xwestin.
Piştî hişyariya li ser gerê ya Elmanya ya ji bo Tirkiyê saziyên ku mafê mezaxtinê diparêzin ji hikûmetê daxuyaniyeke zelal xwestin û mafê taybet ê betalkirinê xwestin.
Li gel hişyariya Elmanya ya li ser gera li Tirkiyê jî ji ber ku hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin, serê geştyarên ku rezervasyonên xwe berê çêkirine û serê acenteyan tevlî hev bûye. Saziyên ku mafê mezaxtîneran diparêzin ji hikûmetê dixwazin ku daxuyaniyeke zelal bidin û mafê taybet ê betalkirinê dixwazin.
Piştî ku aktîvîstê mafê mirovan ê Elman Peter Steûdner ji hêla Tirkiyê ve hate girtin hikûmeta Merkel diyar kiribû ku ew ê li dijî rejîma Erdogan dest bi pêkirinan bikin. Wezîrê Karê Derve yê Elman Sîgmar Gabrîel ji pêkirinan amaje pê kiribû ku ew ê geştyariya ji bo Tirkiyê bijdînin.
Piştî daxuyaniya Gabrîel Wezareta Karê Derve ji bo turîstên Elman perşemê hişyarî dabû ji bo çûna wan a li ser Tirkiyê. Di malpera wezaretê de wiha hate gotin:
‘’Ji ber talokeya terorê ya li Tirkiyê yên geştyar divê baldar bin. Divê xwe nêzî herêmên sînor ên Sûriyê û Iraqê nekin. Ên ku ji bo gerê çûne Tirkiyê li deverên vekirî divê ramanên xwe yên siyasî yên li bara hikûmeta Tirk venebêjin.’’
‘’TIRKIYE WEKE ÎRAN Û KOREYA BAKUR DIVÊ BIKEVE LÎSTEYÊ’
Lê daxuyaniya wezaretê ji bo kesên ku ji bo geşta li Tirkiyê rezervasyonên xwe kirin û acentayên geştyarê ne têrkar e. Ji ber ku Tirkiye bi fermî weke ‘herêma taloke ya geştê’ nayê ragihandin, geştyar ji mafê betalkirina rezervasyonê nikarin sûd werbigirin.
Piştî daxuyaniya Gabrîel a li ser rejîma Erdogan saziyên ku mafê mezaxtîneran diparêzin, dixwazin mafê betalkirinê yên kesên ku rezervasyona xwe ji bo Tirkiyê kirine were nasîn. Dixwazin hişyariya geştê ya ku ji bo Îran û Koreya Bakur hatî kirin ji bo Tirkiyê jî were kirin.
DAXUYANIYA WEZARETÊ TÊRÊ NAKE, KÎ WÊ BETALKIRINÊ BIDE?
Serokê Navenda Mezaxtîneran a Eyaleta Westfalya ya Bakurê Renê Wolfgang Schuldzînskî got bang kir û got, ‘’acenteyên geştyariyê divê bi xweşbînî nêzî li wan kesan bibe ku dixwazin geşta xwe betal bikin.’’ Daxuyaniyeke hevşib ji Seroka Navenda Mezaxtîneran a Rheînland-Pflazê Chrîstîna Gollner jî hat.
Gollner ji SWR re axivî û got di halê hazir de ji ber sedema nediyariyê kesên ku rezervasyonên xwe betal bikin wê ji bêrîka xwe bixisirin. Gollner diyar kir û got ji bo kesên ku dixwazin geşta xwe betal bikin divê alîkarî were kirin û got: ‘’Geştyar a baş divê rewş û tirsa xwe ji şîrketên geştyariyê re xweşik vebêjin û ji wan awarteyê bixwazin.’’
ŞÎRKETÊN GEŞTYARIYÊ: EM Ê PABENDÊ RÊGEZÊN GIŞTÎ BIN
Li gel van bangan jî şîrketên geştyariyê yên weke Thomas Cook, DER Tourîstîk, TUI û Altoursê gotin ji bo rezervasyonên Tirkiyê ew rewşeke taybet nîn e û ew ê li gorî rêgezên giştî yên bi miteriyan re biçin.
DER Tourîstîk Gabrîel amaje bi hişyariyên wezaretê kir û got, ew ne li benda pêla betalkirinê ne. Thomas Cook jî got, ‘’Ên ku dixwazin biçin Tirkiyê bi giştî ji ber ku di heftiya dawî de biryarê didin em bawer nakin ku gelek kes mexdûr bibin.’’