Elewî dibêjin 'Na'

Pîrên Elewiyan diyar kirin ku hişmendiya AKP/Qesra Erdogan hişmendiya Yezîd e û gotin: "Wê Elewî ji wan hêzan re ku hişmendiya baweriya wan red dikin û êrîşî navenda baweriya wan dikin bi dengekî bilind bibêjin ‘Na’."

Pîrên Elewiyan û Endamên Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal diyar kirin ku hişmendiya AKP/Qesra Erdogan hişmendiya Yezîd e û gotin: "Wê Elewî ji wan hêzan re ku hişmendiya baweriya wan red dikin û êrîşî navenda baweriya wan dikin bi dengekî bilind  bibêjin ‘Na’."

Piştî 8 rojan Serokomar Tayyip Erdogan pêşnûmeya guhertina 18 xalên Qanûna Bingehîn Erê kir. Piştî erêkirina Erdogan, Destya Bilind a Hilbijartinê (YSK) civînek li darxist û dîroka referandûmê weke  16’ê Nîsanê eşkere kir. Li Kurdistanê jî nerazîbûnên li dijî referandûmê her ku diçin zêde dibin. Pîrên Elewiyan û Endamên Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal diyar kirin ku wê Elewî di referanduma qanûna bingehîn de bi dengekî bilind bibêjin “Na”.

‘ERÊ’ DERKEVE WÊ ZILM SERDEST BE’

Pîrê Elewiyan yê bi navê Nacî Dogan diyar kir ku ew ê wê weke Elewiyên Kurd bi dengekî bilind bibêjin “Na” û wiha axivî: “Em ê ji hişmendiya ku her dem civaka Elewî tine dihesibîne bi awayek xurt bibêjin ‘Na’. Em ji ber ku Kurd in û Elewî ne tim di hedefa dagirkeran de ne. Divê civaka me baş bihizire û dengê xwe bikarbîne, divê li her derê Elewî li dijî vê ferasetê rabin ser piyan bêjin ‘Na’. Çiqas ‘Na’ bi xurt be wê Tirkiye ewqas demokrtîk be. Heger di referandumê de ‘Erê’ derkeve wê li herêmê zilim serdest be. Wateya Erê komkujî ye. Bi Erê re wê hemû mafê mirovan werin binpêkirin û wê demokrasî winda bibe. Ji ber ku em demokrasiyê diparêzin û em bi ûcdan in em ê bi dengê herî xurt bêjin ‘Na’.”

‘ELEWÎ TÊNE ECIQANDIN’ 

Nakî Karkin jî bi çîrokek ya Hz. Elî dest bi axaftina xwe kir û ev tişt got: “Elî zanîst ji xwe re kiriye rehber, Muawiyah û kesên li pey wan tên jî zilim ji bo xwe kiribûn rehber. Ji bo ku rehberê me zanîst e û em rêya zanîstê dişopînin, ji bo ku em dawiyê li vê zilmê bînîn em ê di referandumê de bi awayek xurt bibêjin ‘Na’.  Kî were li ser îxtidarê bila bê, em li dijî rejîma şexsî ne. Jixwe li vî welatî dema mijar dibe Elewî demokrasî bê bandor dibe. Elewî jixwe têne eciqandin, heger ti Elewiyê Kurd bî tu yê du caran werî eciqandin. Pirsgirêka me ne bi şexsan re ye, pirsgirêka me bi îxtidarê re ye.”

‘JI WÊ HIŞMENDIYÊ RE KU BAWERIYAN RED DIKE, ‘NA’

Karkin bal kişand li ser mekeqanûna AKP û MHP’ê û wiha got: “Gubhertinên makeqanûnê AKP bi MHP’ê û Ergenekonan re bûne yek û şerê ku ev salek e didome dane destpêkirin. Referandum ji bo hemû gelan gelek girîng e. Referandum ji bo Elewiyan wateya wê hîn girîngti re. Hemû kes dizane ku hişmendiya AKP-Qesrê Yezîd e. Divê Elewî di vê referandûmê de du caran bihizirin. Elewî wê ji wê zîhniyetê re ku baweriya wan red dike û êrîşî navenda baweriya wan dike, bi awayek xurt bibêjin ‘Na’.”