EHP û SMF jî piştgiriyê dide HDP’ê
Partiya Tevgera Kedkar (EHP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) biryar dan ku piştgiriyê bidin HDP’ê.
Partiya Tevgera Kedkar (EHP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) biryar dan ku piştgiriyê bidin HDP’ê.
Her roj partî, sazî û rêxistinek piştgiriyê didin HDPê. Piştî ku duh Partiya Kedê (EMEP) daxuyanî da û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin HDPê, îro jî Partiya Tevgera Kedkar (EHP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) daxuyanî dan ku ew ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê.
EHP: BI PIŞTGIRIYA JI HDP’Ê RE EM DIKARIN JI ERDOGAN PAK BIBIN
EHP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Di hilbijartina Serokkomariyê de em ê ji bo Selahattîn Demîrtaş bixebitin. Ligel têkoşerên demokrasiyê , wekî hilbijartina 7’ê Hezîranê em ê di vê hilbijartinê de jî ji dil û can bixebitin. Em ê di Hilbijartina Giştî de jî ji bo namzetên parlementeriyê yên HDP’ê bixebitin. Ji bo ku em tifaqa AKP û MHP’ê hilweşînin, em gelekî xurt in. Bi milyon kesan re em dikarin ji Erdogan pak bibin. Bila desthilatdariya heyî amade be, di vê Hezîranê de ew ê têk biçe.”
SMF: JI BO KU EM XEWNÊN ERDOGAN BIKIN KABÛS
SMF’ê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê eşkere kir. SMF’ê di daxuyaniya xwe de got ku, “Ji bo ku em xewnên Erdogan bikin kabûs, ji ber êrîşên li ser gelê Kurd, ji ber darbeyên li dijî îradeya demokratîk em ê piştgiriyê bidin namzetê HDP’ê.”