.
Şerê psîkolojîk wek rêbazeke şerê taybet, tirsandin û xapandina yê li hemberê xwe dike armanc. Yê bitirse ditepise, yê bê xapandin jî bêçare dimîne. Her wiha hêza ku şerê psîkolojîk bi kar tîne jî derfeta biserxistina tevahiya xwestekên xwe bi dest dixe. Eger civakek bê tepisandin û bêçare bê hiştin ew civak vedigere keriyekê û bi hêsanî tê ajotin û çêrandin. Tevahiya dîktatoran dixwazin civakê vegerînin keriyekê û biçêrînin. Ji ber hindê, giranî didin şerê psîkolojîk û hewl didin li ser gel tirs û bêzariyê pêkbînin.
Tirsa ku tepisandina civakê armanc digire, bi rêka terorê tê afirandin. Teror tê wateya êrîşa ku sawdariyê diafirîne. Her wisa gava li yekî tê xistin, bi hezaran pêrgî tirsê tên û di dehşetê de werdibin. Di encama vê de jî ditepisin û pasîfîze dibin, li hemberî her cure bikaranînê jî bêdeng dimînin û bejna xwe ditewînin. Awayê terorê yê herî bibandor û rêkxistî ji aliyê dewletê ve tê bikaranîn. Rêbaza herî bibandor a tepisandina civakê terora dewletê ye. Ji ber hindê jî tevahiya dîktatoran terorê bikar tînin.
Tepisandin û xapandina civakekê jî rêbazeke herî bibandor e. Xapandina civakê jî bi dekûdolab û derewan ve pêkt ê. Rêka belavkirina derew û xapan jî alavên çapameniyê û rêxistina îstixbaratê ye. Lewre tevahiya dîktatoran demogog in, serî li derew û xapan didin. Ji bo vana bi bandor bikin jî rêxistinên taybet yên îstixbaratê saz dikin û saziyên medya û çapameniyê desteser dikin. Wisa ye ku xwe li ser civakê dikin dengê tekane.
Îro li Tirkiyeyê şerekî herî bibandor, berbelav û bêpîvan tê bikaranîn. Mirov dikare bêje ku ji %90 şerê desthilata AKP-MHP’ê şerê psîkolojîk e. Dîktatoriya Erdogan û Bahçelî hebûn û siberoja xwe di hêza şerê psîkolojîk de dibîne. Şerê psîkolojîk wek di demên buhurî de ne tenê Kurdan, niha tevahiya civaka Tirkiyeyê armanc digire. Li aliyekî dixwazin Kurdan bi komkujî û terora dewletê ve biperçiqînin, li aliyê din jî dixwazin civaka Tirkiyeyê bi rêka tirs û xapandinê bikin xizmeta komkujiya Kurdan. Ji ber vê jî her kesê ku li Tirkiyeyê dijî û tevahiya dinyayê divê li hemberê vî şerê psîkolojîk hişyar bin.
Dêna xwe bidinê, armanca bingehîn a êrîşa faşîst a di 24 ê Tîrmehê de hatî destpêkirin şerê psîkolojîk bû. Li pey komkujiya Sûrûcê ya di 20’ê Tîrmehê de hat û bi komkujiyên Enqere, Cizîr û Sûrê ve mezintir bû. Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu tim bi pesindan anî ziman ku şeva 24’ê Tîrmehê bi balafirên şer 400 êrîş pêkanîne. Diyar û zelal e ku ev gotin bi mabesta şerê psîkolojîk e. Gava em vê diyar dikin, nayê wê wateyê ku bingeha leşkerî û aborî ya êrîşên AKP’ya faşîst nîne. Helbet ev hene û di asta komkujiyên berfireh de ne. Wek nimûne li Cizîrê benzîn bera ser mirovên birîndar dan û şewitandin. Ev komkujiyên zelal û li ber çavan in. Lê aliyê wan yên tirsê jî hene. Di şevekê de 400 êrîşên balafirî û şewitandina mirovan bi benzînê tê wateya; eger sed kes hatibin qetilkirin wisa jî sed hezar kes jî hatine tirsandin û tepisandin.
Tevahiya terora ku faşîzma AKP-MHP‘ê bi kar tîne di heman ast û payeyê de ne. A yekê, êrîş saw û tirsê diafirînin, ya duduyan jî êrîşek wek hezar êrîşan di nav gel de tê belavkirin. Bala xwe bidinê, terora ku polîs li kolanan li hemberê gel bikar tîne, ji aliyê çapameniya AKP’ê ve bi rojan û bêdawî tê ragihandin. Lewre tê xwestin ku di mêjiyê gel de bê neqişandin û tim zindî bê hiştin. Operasyonên leşkerî û êrîşên balafiran tên nepixandin û qaşo her car bi dehan terorîst kuştî tên ragihandin. Eger encamên hatî ragihandin bên komkirin, hejmara PKK’yiyên ’’qaşo hatîn kuştin’’ digihije sed hezaran. Tevahiya van vegotinan di xizmeta şerê psîkolojîk de ne û ji bo desthilatê hêzdar bidin nîşan tên kirin.
Wek her dîktatoriyê ya Erdogan û Bahçelî jî şerekî bê eman yê psîkolojîk bi rê ve dibe, hebûn û siberoja xwe bi vî şerê psîkolojîk ve girêdane. Tayîp Erdogan wek bûkalemûnê dikare têkeve her rengî. Bê kû rûyê wî sor bibe, dikare her cure derewê bike. Di xapandina mirovan de hosta ye. Di wê kêliya de ku xwe wek mêrxasekî dide nîşan, dikare bigirî jî. Rojê herî kêm di sê û çar kombûnan de diaxive û bi rêka demogojiyê hewl dide mêjiyê civakê bişû. Tevahiya çapemeniya alternatîf bêdeng kiriye û yên din jî girtiye bin desthilata xwe. Lewre di 24 saetan de tim û tim di tevahiya kanalên tv yan de xwe nîşanê civakê dide. Tv’yên ku axaftinên Tayîp Erdogan zindî nadin demildest tên girtin.
Dîktatoriya Erdogan û Bahçelî ji bo vê tirsa xwe bitepisînin her roj yên li derveyê xwe tehdît dikin. Wisa jî bi rêka tirsê hewl didin her kesê bikişînin ser polîtîkaya xwe ya dijminahiya Kurdan. Eger bi Erdogan û Bahçelî bimîne wê Heleb, Reqqa Mûsil û tevahiya Rojhelata Navîn bigirin, li Qandîlê bidin û derbas bibin, Yekîtiya Neteweyî biguherînin, Xwedê neke wê bibin fatîhê cîhanê! Her roj li ser vê bingehê nitiq dirîjînin û çapemeniya mehmetçîk jî vana heta dawiyê belav dikin. Bi ev qas derew û demogojiyê civaka Tirkiyeyê ji hiş hatiye xistin û di rewşa dînbûnê de ye. Yên ji xwe re dibêjin; em nivîskar in jî li pey çalakiya TAK’ê ya Stenbolê dibêjin; gelo me çi kir ku ev bi serê me de tên? Divê mirov ji van xanim û camêran re bibêje, hey însaf, ma weyê zêdetir çi bikira? We Kurdistan kir gola xwînê, bajar serobin kir, we mirovên birîndar bi saxî şewitandin, ma weyê bêtir çi bikira?
Bi zelalî tê dîtin ku eger şerê psîkolojîk neyê astengkirin û têkoşîn neyê dayîn, wê di bin demogojiya faşîst de civaka Tirkiyeyê bi nexweşîna ramanê bikeve û neçar bimîne bê rehabîlîtekirin. Gava êrîşa faşîst a 24’ê Tîrmehê hat destpêkirin beşeke girîng a civakê li hemberê vê mûxalefet dikir û ji rêveberên AKP’ê re digotin; We çima şer da destpêkirin? Niha dengê yên wisa difikirîn jî nayê bihîstin. Hemû hatine bêdengkirin. Dîsa beriya 24’ê Tîrmehê hawira Tirkiyeyê rê û rêbazên çareseriyê niqaş dikirin. Niha ev hemû hatine jibîrkirin an jî tine bûne. Di bin demogojiya Erdogan û Bahçelî de her kes bi derewa ’’Têkoşîna li dijî terorê’’ ve hatîn îqnakirin an jî rewş wisa xuya dike.
Bêguman divê ev rastî tev de bên dîtin û li gorî wê jî helwesteke şoreşger û demokratîk bê girtin û têkoşîn bê dayîn. A yekê, divê li dijî şerê psîkolojîk ê navbuhurî her kes hişyar be û yên din jî bên hişyarkirin. A duduyan jî, divê zor li rewş û mercên heyî bên kirin û li dijî şerê psîkolojîk xebata propagandaya şoreşgerî û ronîkirinê bi awayekî bibandor bê kirin. A sisêyan jî, divê bê ragihandin ku beravajê gotinên şefên faşîst, dem dema şoreşê ye û wê faşîzm misoger têk biçe. Wisa jî divê tim di nav çalakiyên antî faşîst û di nav berxwedanê de bin. Her wiha derbarê faşîzma AKP-MHP’ê de agahdarkirina cîhanê jî girîng e.
Ji bo xwe hêzdar bidin nîşan çi qas jî serî li derewan û li terorê bidin jî, di rastiyê de faşîzma AKP-MHP’ê di serdema xwe ya herî zeyîf de dijî. Erdheja ku çalakiyên antîfaşîst pêkanîne jî vêna bi zelalî didin nîşan. Girêdana wan a bi guherîna destûra bingehîn ve jî di rastiyê de ji bo astengkirina rûxandina wan e. Wekî din jî bi armanca ku gava ji desthilatê ketin û hatin pêşberê dadgehê, hûqûqeke xwe parastinê amade bikin. Ango êdî ew jî dibînin ku dawiya wan hatiye.
Ma çawa nebînin!..Tevahiya polîtîkaya wan li Sûriyeyê serobin bû. Leşker xistin axa Sûriyeyê lê diyar e ku wê bi hêsanî nekarin jê derkevin. Di polîtîkaya Mûsilê de îflaseke seranser dijîn. Têkiliyên Rûsya, Îsraîl û Îranê ku wek serkeftin û rizgariyê dihatin nîşandan, niha hatiye asteke wisa ku Tirkiye wek çêlekekê didoşin. Ji derve ve tecrîd û ji hundir ve pelişîn, faşîzma AKP-MHP’ê ber bi rûxandinê ve dibe. Eger wiha dewam bike, beriya Newrozê dîktatoriya AKP-MHP’ê dipelişe û diçe. Bes bila hêzên şoreşger û demokratîk yek bin û berxwedana li dijî faşîzmê berdewam bikin. Zafer û serkeftina wan diyar e û misoger wê faşîzmê di zivistana îsal de çal bikin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA