‘Eger ku ji Ocalan agahî neyê standin wê veguhere tevgera gel’

Hevserokên HDP, KCD, HDK’ê bi mebesta destekê bidin 50 kesên ku ketine girêva birçîbûnê çalakger ziyaret kirin û gotin, ew li çalakiya ji bo Ocalan xwedî derdikevin û bang kir ku berxwedan were xurtkirin.

Di roja 2. a grêva birçîbûnê de, ku ji ber ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê standin hatibû destpêkirin, hevserokên HDP’ê, KCD’ê, Hevberdevkê HDK’ê çalakger ziyar kirin. Hevserok û Hevberdevkan têkildarî çalakiyê ji ajansa me re axivîn. Gotin, heta ku ji Ocalan agahî neyê standin wê berxwedanê xurt bikin.

Demîrtaş diyar kir, 50 kesên ku tevlî grevê bûne bi vîna xwe ketine nav vê berxwedanê û got, ev 500 roj in wan ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wernegirtine. Demîrtaş diyar kir, piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê têkildarî rewşa jiyanî ya Ocalan ew di nav mitaleyan de ne û got, daxuyaniyên ku ji hêla hikûmetê ve têne dayin bi ti awayî dilê wan rehet nakin û da xuyakirin ku ti pêbaweriyê nadin ev cure daxuyanî.

Demîrtaş wiha pê de çû: ‘’Heta ku ji Ocalan agahî neyê standin ev çalakî wê berdewam be. Hikûmet niha hewl dide ku daxwazan berovajî bike. Gelê me divê vê baş bizanibe ku ev çalakî bi mebesta ku ji Birêz Ocalan weke taktîk were bikaranîn, pêk nayên. Bi rastî jî em dixwazin ji Ocalan agahiyekê bistînin. Ji kesekî wiha ku 10 milyon însan ew weke îradeya xwe nîşan daye, ku agahî neyê standin helbet ev ê veguhere tevgera gel.’’ Demîrataş destnîşan kir ku ev mijar ne mijareke wiha ye ku mirov di ser guhê xwe re bavêje û got divê gelê Kurd her roj li ser vê meseleyê bi histyar be, di nav bi hezaran serîlêdanan de 50 hevalên me hatin hilbijartin. Gelê me jî ji bo vê helwesta giramgir divê her roj çalakiyan li dar bixîne.

YUKSEKDAG: DAXWAZA ME TENDIRISTIYA OCALAN E

Yuksekdag diyar kir ev çalakî zelal e û bersiva vê pirsê jî divê bi zelalî were bersivandin û xwest, daxwaza ji bo ewlekariya jiyanî ya Ocalan divê di zûtirîn demê de were bersivandin. Yuksekdag diyar kir li hemberî grêva birçîbûnê ya ku 50 kesî daye despêkirin, konçal ku hikûmetê ketiyê diyar dibe ku konçaleke çawa ye û got wê diyar bibe bê ka wê di nav konçalê de bigevize yan wê berê xwe bide daxwazên însanî û siyasî û çareseriya ku wê aramiya Tirkiyê bi xwe re bîne. Yuksekdag wiha axivî: ‘’Ji bo ku em ji Ocalan agahiyê bistînin em ê têkoşîngê geş bikin. Her kesê li Tirkiyê li derdora vê daxwazê weke hêza demokrasiyê ya mezin divê bigihije hev.’’

DÎCLE: BÊRÛMETIYEK E KU MIROV NIKARIBE JI RÊBERÊ GEL AGAHIYEKÊ BISTÎNE

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle got, di ‘Medyaya alîgir’ de ji 15’ê Tîrmehê ve gelek caran agahiyên ku mirov di tirsîne derdikevin û got ji destpêkê ve siyaseta Kurd a demokratîk dixwaze ji Ocalan agahiyê bistîne ê hikûmetê xwe nebihistî kiriye. Bêrûmetiyek e ji kesekî wiha ku gel ji xwere Rêber dibîne agahiyekê nikaribe bistîne. Em ê vê bêrûmetiyê qebûl nekin û red dikin. Hêvî dikim ku hikûmet di demeke nêz de bersivê bide vê daxwazê. Em di vê mijarê de bi biryar in, heta ku em agahiyekê bistînin em ê dengê xwe bilind bikin.’’

KOÇYÎGÎT: OCALAN JI BO AŞTIYÊ KÎLÎD E

Hevberdevkê HDK’ê Gulîstan Koçyîgît jî got, ji bo aştî pêk were Ocalan navekî kilîd e. Koçyîgît diyar kir, li Tirkiyê heke meseleya Kurd wê bi rêyên demokrastîk çareser bibe, heke mirov behsa jiyana azad dike, di rewşeke wiha de ku agahî ji Ocalan nayê girtin, ev ne pêkan e û got, divê her kes vê bibîne û fêhm bike. Koçyîgît wiha anî ziman: ‘’Berxwedana grêva birçîbûnê jî wê wiha encamê bistîne. Em xwedî li vê çalakiyê derdikevin ku bi berxwedaneke mezin dest pê kir. Em ê vê têkoşînê hê xurtir bikin û encamê bistînin.’’

KURKÇU: EM DIXWAZIN A NIHA JI OCALAN AGAHIYÊ BISTÎNIN

Hevberdevkê HDK’ê Kurkçu got, ew dixwazin a niha bigihijin Ocalan û agahiyê jê bistînin û diyar kir û wuga pê de çû: ‘’Em li gel çalakgeran bang li hikûmetê dikin hûn li Îmraliyê çi vedişêrin? Diyar ku çalakî wê deng bide. Ez bawer dikim ku bi vê rastiyê em ê berxwedanê mezin bikin û encamê bistînin.’’