'Eger çareserî tê xwestin hingî divê destê Tirkiyeyê bê birîn'

Hevserokê PYD'ê Hesen destnîşan kir, ku li gorî peymanên hatine kirin divê dewleta Tirk ji herêmê bê derxistin, naxwe wê berxwedana xwe bidomînin. Hesen got, "Eger çareserî tê xwestin, hingî divê destê Tirkiyeyê yê di vê meseleyê de bê birîn."

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen êrîşên dagirkeriyê, rêbazên çareseriyê û civînên komîteya destûra bingehîn nirxand.

Hesen got, rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşeke kaosê ye, bûyerên li herêmê diqewimin ji nêz ve her pirsgirêkên li Sûriyeyê eleqedar dike û destnîşan kir, "Çavên hêzên xwecihî û derve li herêma Rojava ne, ji ber ku ev xak hem bi çavkaniyên xwe yên xwezayî hem jî ji aliyê çandî ve dewlemende. Her wiha jiyana demokratîk a li herêmê hate avakirin, tecrûbeyê di vê mijarê de hatine afirandin û bandora Kurdan a li herêmê, dewletên cîranê Sûriyeyê bi taybetî dewleta Tirk aciz dike.

Ji sala 2011'an ve dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê bi plan û projeyên li dijî vê xakê amade kir. Ji ber vê yekê piştgirî da gelek komên çete û kir ku êrîşî herêmê bikin. Dewleta Tirk ku nekarî bi rêya komên çete yên El Nûsra û DAÎŞ'ê tişta dixwaze bi dest bixe, niha bi xwe kete nava hewldana dagirkirina vê herêmê.

Armanca dewleta Tirk a ji êrîşên dagirkeriyê astengkirina statuya Kurdan û tinekirina sîstema li herêmê ye ku Kurdan, Ereb, Suryan, Ermen û hemû pêkhateyên herêmê ji bo jiyaneke hevpar afirandine."

'BERXWEDANÊ PLANÊN WAN TÊK BIR'

Hesen destnîşan kir ku ji destpêkê ve ew hewl didin her pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bikin û got, "Di vê çarçoveyê de bi rêya DYE'yê hin lihevkirin pêk hatin, lê belê dewleta Tirk her carê planên xwe yên ji bo dagirkirina Rojava meşand. Bi vê armancê herî dawî tevî komên xwe yên çete êrîşî herêmê kir ku dagir bike.

Di vê pêvajoyê de me hem hişyarî dan DYE'yê hem jî dan Rûsyayê û gotin ku hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk wê ne tenê bandorê li Kurdan bike, di heman demê de wê bandorê li gelên herêmê bike û Sûriyeyê ji nû ve bixe nava kaosê. Me destnîşan kir ku eger çareseriyek neyê peydakirin em ê li dijî her şêwe dagirkeriyê li ber xwe bidin. Tevî vê yekê dewleta Tirk tercîha xwe li dagirkerî û êrîşên komkujiyê kir. Me jî bi rengekî mafdar dest bi berxwedanê kir.

Berxwedana me ya li dijî dagirkeriyê planên wan têk bir. Berxwedana me û piştevaniya mafdar a gelên dinyayê ji bo berxwedana me li dinyayê rojeveke nû afirand. Ji ber vê yekê jî dewletan ji neçarî siyaseta xwe guhertin."

'EM HEBÛNA DAGIRKERAN TI CARÎ QEBÛL NAKIN'

Der barê lihevkirina Rûsya û dewleta Tirk a dagirker Hesen bal kişand ser daxuyaniyên QSD'ê û got, "Me hebûna dagirkeran li xaka xwe qebûl nekiriye. Ya ku me qebûlkiriye tenê agirbeste. Di vê demê de di hevdîtinên bi Rûsya, DYE û dewletên Ewropayê re me hewl dan çareseriyekê peyda bikin. Me ji her kesî re got ku em planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ti carî qebûl nakin û em ê li dijî vê li ber xwe bidin.

Em dibêjin ku agirbest an jî tifaqan dikarin veguherînin diyaloga ji bo paşeroja Sûriyeyê. Hatina hêzên rejîmê li ser sînor wê bahaneya dagirkeriyê ya dewleta Tirk ji holê rabe. Tevî vê yekê jî eger Tirk li herêmê bimînin wê hingî gelên Sûriyeyê li ber xwe bidin.

Erdogan peymana bi DYE'yê re qebûl nekir, ji ber ku dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Me hem ji Rûsyayê hem jî ji DYE'yê re got, ku Tirk wê li gorî agirbestê û lihevkirinê tevnegere, ji xwe ya ku niha diqewime jî vê yekê nîşan dide. Tirk agirbestê û peymanan timî binpê dikin."

'LI CENEVREYÊ BÊYÎ ME ÇARESERÎ PÊK NAYÊ'

Hesen bal kişand ser civînên komîteya destûra bingehîn a Sûriyeyê ku bêyî nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên û got, "Me beriya niha gelek caran anîn ziman ku krîza li Sûriyeyê bi vî rengî çareser nabe. Li Cenevreyê em nebin wê çareserî pêk neyê. Nêzîkatiya ku tenê beşekê derdixîne pêş û dibêje 'ev mûxalefete' nikare çareseriyê biafirîne. Pirsgirêkên civakî yên ji ber şerekî giran rû didin bi aliyên ji aliyê hinekan ve hatine destnîşankirin çareser nabin. Eger wê çareserî hebe divê her kes di nav de be. Li aliyekî rejîma ku 50 sal in bûye sedema rûdana pirsgirêkên çandî, aborî yên di nava civakê de, li aliyê din jî komên bi piştgiriya hin welatan li ser piyane ku ji wan re 'mûxalîf' dibêjin. Ev komên ku herî zêde Tirkiye piştevaniya wan dikin, hêzên cîhadîst ên radîkal bi navê 'mûxalefetê' li aliyekî maseyê hatine rûniştandin û bi vî rengî hewl didin wan rewa bikin.

Hêzeke demokratîk heye ku nehatiye vexwendin, lê belê li Sûriyeyê rêya sêyemîn temsîl dikin. Sîstema xweseriya demokratîk ne bi rejîmê re ne jî bi hêzên herêmî ve girêdayî ye. Yekane hêza ku Sûriyeyeke demokratîk dixwazin em in, lê belê em li dora maseyê nînin. Ji ber ku em li dora maseyê nînin, ji şer re çareserî nayê peydakirin.

Her kes zane ku li vê xakê yekane hêza demokratîk em in. Tevî ku ev yek tê zanîn nebûna me li dora maseyê ji bo paşeroja Sûriyeyê kêmasiyeke mezin. Yên li dora maseyê ne li pey parastina berjewendiyên xwe ne, lê belê rêveberiya xweser hebûna Sûriyeyeke demokratîk diparêze."

'EGER JI BO SÛRIYEYÊ DAXWAZA ÇARESERIYÊ TÊ KIRIN HINGÎ DIVÊ DESTÊ TIRKIYEYÊ BÊ BIRÎN'

Hesen got, "Gotina 'Tirkiye qebûl nake bahane ye. Dewleta Tirk ji xwe me qetil dike, dixwaze me tine bike. Eger wê bi Tirkan re hewl bidin wê demê ji xwe ji bo Sûriyeyê wê ti carî çareseriyek neyê peydakirin. Em her carê dibêjin ku qebûl nakin ev rewş bi helwesta Tirkan ve bê girêdan.

Tirkiye, Îran û Rûsya ku koma Astana ne, dixwazin her tiştên li Sûriyeyê bên kirin di bin kontrola wan de bin. Bi vê nêzîkatiyê çareserî ti carî nabe. Bi taybetî bi nêzîkatiya barbar û dijminane ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê çareserî nabe. Eger çareseriyeke rasteqîn tê xwestin hingî divê destê Tirkiyeyê yê di vê meseleyê de bê birîn."

Hesen ji bo tifaqa wan a bi hêzên rejîmê re jî got, tenê der barê sînore û destnîşan kir, me timî anîn ziman ku em amade ne bi rejîmê re diyalogê bikin.