Ebû Leyla li Goteborgê hat bîranîn

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbîce û Fermandarê Tabûra El-Şamal Feysel Ebû Leyla li Goteborgê hat bîranîn.

Li bajarê Goteborg ê Swêdê, endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Fermandarê Tabûra El-Şamal Feysel Ebû Leyla yê ku di şerê rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da û şervanên di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekî hatin bîranîn. 

Di merasîma bîranînê ya ji aliyê Rêxistina PYD'ê a Swêdê û Navenda Çanda Kurd a Goteborgê ve hat çêkirin de, li ser navê PYD'ê Ehmed Qamişlo axivî. Piştre jiyan û tekoşîna Ebû Leyla anî ser ziman û diyar kir, xwedîderketina têkoşîna şehîdan bi xwedîderketina li têkoşîna wan dibe.

Merasîm pîştî helbestên hatin xwendin, bi nîşandana sînevîzyonê qediya.