Ebrahîm: Ji bo rakirina tecrîdê zexta navneteweyî divê
Endamê Kongreya Afrîka Başûr Ebrahîm Ebrahîm diyar kir, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê civaka navneteweyî zextê bike.
Endamê Kongreya Afrîka Başûr Ebrahîm Ebrahîm diyar kir, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê civaka navneteweyî zextê bike.
Endamê Kongreya Afrîka Başûr Ebrahîm Ebrahîm ji ANF'ê re axivî û anî ziman, Komara Afrîka Başûr ji aliyê etnîkî û olî ve welatekî gelekî rengîn e û gelek kom lê dijîn.
Ebrahîm da xuyakirin, destûra bingehîn jî li gorî vê rastiyê hatiye amadekirin û got, "Mîna gelê Kurdistanê me jî ji bo azadiyê şer dikir. Lîderê me Nelson Mandela demeke gelekî dirêj li Girava Robenê girtî ma. Dema li girtîgehê bû, bi rejîma apartheîdê re dest bi danûstandinan kir. Serokwezîrê wê demê Frederîk Wîllem de Clark, li ser rê û rêbazên çareseriyeke kûr a pirsgirêkê, bi Mandela re axivî.
Ebrahîm anî ziman, ku Mandela dema li girtîgehê bû, ji rejîma aparheîd xwestiye, li derveyî rêbazên leşkerî hewl bidin bi axaftinê pirsgirêkê çareser bike, Afrîka Başûr hê bedewtir bike.
Ebrahîm bibîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî weke rêberê gelê Kurd li girtîgehê ye û diyar kir, wan her carê hewl dane ji hikûmeta Tirk re bêjin, bi Ocalan re li girtîgehê mîna li Afrîka Başûr dikare bi danûstandinan pirsgirêkê çareser bike.
Ebrahîm ragihand, gelê Kurd bi vî rengî dikare azad bibe û wiha dewam kir: "Abdullah Ocalan hemfikir e u pirsgirêk bi rêya danûstandinan di vê çarçoveyê de bê çareserkirin. Ji bo vê jî ket nava hewldanan. Ji bo Tirkiyeyê bike welatekî xweştir, pêşniyarên xwe hebûn.
Ji ber gelek sedemên siyasî hikûmeta Tirk danûstandin sekinand, axaftin sekinand û ji nû ve êrîşî PKK'ê kir. Ev pirsgirêk bi rêbazên leşkerî çareser nabe û dewleta Tirk neçar e careke din bi Abdullah Ocalan re dest bi danûstandinan bike."
Ebrahîm da zanîn, Serokkomarê Tirk Erdogan dizanî bû ku ji aliyê siyasî ve gef lê tê xwarin, lewma bi Kurdan re dest bi danûstandinan kir û got, "Bi vî rengî dixwest van gefan ji holê rake. Her wiha dît û hîn bû ku bi rêbazên leşkerî ev pirsgirêk çareser nabe. Û dizane ku divê ji nû ve li danûstandinan vegere.
Heman rewş di navbera apartheîd û ANC de jî rû da. Apartheîd dizanî bû ku nikare bi ANC'ê. Lê danûstandinan demeke dirêj dewam kir. Heman rewş ji bo Tirkiyeyê jî derbas dibe. Neçar e li danûstandinan vegere, haya xwe ji vê heye, lê dem jê re divê."
Ebrahîm bibîr xist, ku lîderê Afrîka Başûr Nelson Mandela dema li girava Robenê girtî bû, ji cem hevrêyên xwe hat girtin û demeke dirêj di nava tecrîdê de hat hiştin. Ebrahîm got, "Lê ji bo Afrîkayê, civaka navneteweyî zext kir. Heman zext divê ji bo Birêz Ocalan jî bê kirin. Zexta civaka navneteweyî ya li ser Erdogan wê bike ku tecrîd û zext ji holê rabin."
Ebrahîm da xuyakirin, ku ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gelek herêmên cîhanê, ew hewl didin bi tecrûbeyên xwe pêşniyar û nêrînên xwe parve bikin û got, "Du nuqteyên girîng hene. Ya yekemîn lîderî ye, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêwîstî bi lîderiyê heye. Ya duyemîn jî divê bi temamiya pêvajoyê ve girêdayî bin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî her du jî gelekî girîng in. Rêbaza çareseriya şerê bi vî rengî, danûstandin e. Danûstandinên li Kolombiyayê ku şerê 50 salî qedand, mînaka zindî ya vê rastiyê ye."