Ebdullah: Divê rayedarên Tirk bersiva vê êrîşê bidin

Ebdullah: Divê rayedarên Tirk bersiva vê êrîşê bidin

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah a li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê lêkolîn kir got, "Çawa çêdibe li pêş çavê leşker û maşînên zirxî yên Tirk, hêzeke DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re tê li embarên wan ên genim bicih dibe û çawa çêdibe ku ew wesayît di derî re derbas dibe û li vir xwe diteqîne? Divê rayedarên Tirk bersiva vê bidin."

Der barê teqîna wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê li ketina Kobanê ya Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê de ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hat, Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û Alîkarê Serokwezîrê Kantona Xalid Berkel, li cihê wesayîta bombebarkirî lê teqiya lêkolîn kir. Piştî lêkolînan Ebdullah û Berkel daxuyaniyek dan.

'DI SER TIRKIYEYÊ RE WESAYÎTA BOMBEBARKIRÎ ANÎN Û LI VIR TEQANDIN'

Ebdullah da xuyakirin ku duh li Kantona Kobanê êrîşên dijwar pêk hatin û got, "Piştî berxwedana 76 rojan, mirov dikare bêje ku êrîşên herî dijwar ên li çar aliyên kobanê duh rû dan. Di van êrîşan de rewşa nû ew bû, ku êrîş di ser Tirkiyeyê re hat kirin. DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re wesayîteke bombebarkirî anî û li vir teqand. Ev êrîş li ber derî pêk hat. Ti rêyeke din jî nayê vê derê. Ji bilî deriyê sînor, ti wesayît nikare bê vê nuqteyê û xwe biteqîne. Derî jî bi tenê çend sed metre dûrî vir e. Yanî DAIŞ ji aliyê depoyên genim, ji aliyê rojhilat, ji herêma şiba trenê, di ser Tirkiyeyê re êrîş kir. DAIŞ'ê xwest, di ser axa Tirkiyeyê re hem derî bixe destê xwe hem mî ji devereke din ve êrîşî Kobanê bike."

'DIVÊ RAYEDARÊN TIRK BERSIVA VAN PIRSAN BIDIN'

Ebdullah got, "Ji aliyê siyasî ve eger Tirkiye rê dide DAIŞ'ê û ji ser xaka wan dikarin êrîşeke bi vî rengî pêk bîne, hingî divê hin pirs werin kirin" û di vê der barê ev pirs kir: "Çawa çêdibe li pêş çavê leşker û maşînên zirxî yên Tirk, hêzeke DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re tê li embarên wan ên genim bicih dibe û çawa çêdibe ku ew wesayît di derî re derbas dibe û li vir xwe diteqîne? Divê rayedarên Tirk bersiva vê bidin, helwesta xwe diyar bikin. Divê Tirkiye vê êrîşa di ser xaka wê re li hemberî Kobanê hat kirin, rave bike. Divê vê mijarê ronî bike."

BANGA LI RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ Û KURDAN

Ebdullah bang li sazî, heyet û kesayetên serbixwe kir ku bên Kobanê û li cihê wesayît lê teqiyayê lêkolînan bikin û got, "Hem raya giştî ya navneteweyî hem jî raya giştî ya Kurd li bendê ye ku ev êrîşa di ser Tirkiyeyê re DAIŞ'ê li hemberî Kobanê kiriye, were aşkerakirin. Divê ev hemû bên ronîkirin. Ev yek ji bo me, ji aliyê siyasî ve tiştekî nû ye. Piştî berxwedana 76 rojan em dipirsin ku çima Tirkiyeyê destûra êrîşeke bi vî rengî ya di ser xaka xwe re da. Eger ev ne polîtîkayeke giştî ya Tirkiyeyê be, wê demê divê ev jî were aşkerakirin. Eger ev polîtîkayeke giştî ya Tirkiyeyê be, wê demê ev polîtîka gelekî şaş e. Ji ber ku berxwedana Kobanê berxwedanek ji bo tevahiya mirovahiyê tê dayîn e. DAIŞ bi qasî ku gefek li gelên herêmê ye, gefek li gelên Tirkiyeyê jî. Di demeke ku li dijî vê divê em bi hev re têbikoş in, de mixabin, Tirkiyeyê ji ser xaka xwe rê da ku li hemberî me êrîş were kirin. Lewma em bang li tevahiya saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan, saziyên demokratîk, gelên Tirkiyeyê û raya giştî ya Kurd dikin ku li dijî vê plana DAIŞ ji ser xaka Tirkiyeyê dixe dewrê, derkevin, helwestê nîşan bidin. Divê em li dijî vê planê têkoşîneke hevpar bimeşînin."

'EM SOZ DIDIN KU WÊ TÊKOŞÎN DEWAM BIKE'

Ebdullah da xuyakirin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên duh ji çar aliyan ve dan destpêkirin, bi vîna YPG/YPJ û gelê Kobanê hatine şikandin û got, "Di vê êrîşê de welatiyên me yên sivîl û wezîfedarên me yên asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Em wan bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku ev têkoşîn wê dewam bike. Ev têkoşîn ji bo tevahiya mirovahiyê ye û em bang li her kesî dikin ku destekê bidin vê têkoşînê."