BI DÎMEN

Ebdullah: Bêyî hikûmeta Iraqê ti hêz nikare tevlî operasyona Mûsilê bibe

Parlamenterê PDK'ê yê parlamenta Iraqê Şaxewan Ebdullah da xuyakirin, ku bêyî destûra hikûmeta Iraqê, mafê ti hêzê nîne tevlî operasyona Mûsilê bibe.

Ebdullah ji ANF'ê re axivî û diyar kir, dewleta Tirk ji bo El Aferê bike bajarekî di bin kontrola Tirkmenan de, dixwaze tevlî operasyona Mûsilê bibe. Ebdullah da xuyakirin, ku Erebên Sûnî ji bo nehêle milîsên Şîa tevlî operasyona Mûsilê bibin, dewleta Tirk li dijî hikûmeta Iraqê bi kar tînin.

'ALÎKARÎ WÎ MAFÎ NADE KESÎ KU LI DERVEYÎ QANÛNAN TEVBIGERE'

Ebdullah diyar kir, ji ber alîkariya li dijî DAIŞ'ê wan spasiya dewletên Îran û Tirk kirine û destnîşan kir, ku alîkardayîn maf nade kesî ku li Iraqê karên li derveyî qanûnan bike.

Ebdullah got, "Di dengdana li parlamentê de min jî dengê 'erê' da, ji bo leşkerên Tirk ji Başîka derkeve. Weke komîteya ewlekariya Iraqê, me bang li Konsolosê Tirkiyeyê yê li Bexdayê kir û jê re ragihand ku hebûna leşkerî ya Tirk a li Başîka bi tenê dikare bi peymanên bi hikûmeta Iraqê re ji bo ewlekariyê be." Ebdullah anî ziman, hin eşîrên Sûnî yên li Iraqê naxwazin Heşd El Şaabî beşdarî operasyona Mûsilê bibe û tevlîbûna artêşa Tirk jî weke amûreke zextê li dijî artêşa Iraqê bi kar tînin.

Ebdullah diyar kir, leşkerên Tirk di sala 2015'an de ji bo perwerdekirinê hatine Başîka û biryara vê yekê jî di dema serdana Davûtoglû ya sala 2015'an a li Hewlêrê hatiye dayîn. Ebdullah got, "Piştî vê, 10 hezar kes ji Başûrê Kurdistanê ji bo perwerdeyê şandin Başîkayê."

'BÊYÎ DESTÛRA BEXDAYÊ, KES NIKARE TEVLÎ OPERASYONÊ BIBE'

Parlamenterê PDK'ê yê Iraqê Şaxewan Ebdullah da zanîn, ku hêzên tevlî operasyona Mûsilê bibin divê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve bê erêkirin û got, "Eger hikûmeta Iraqê destûrê nede, nepêkan e dewleta Tirk tevlî operasyona Mûsilê bibe. Ji xwe ev mafê dewleta Tirk nîne. Ne tenê dewleta Tirk, ji bo her hêzên li nava Iraqê, mafê hikûmeta Iraqê ye ku biryarê bide. Hin hêzên li nava Iraqê wê tevlî operasyona Mûsilê ya vê mehê dest pê bike, nebin."

Ebdullah da xuyakirin, ku dewleta Tirk dixwaze Tel Afer di bin kontrola Tirkmenan de bibe xwedî statuya bajarekî, lewma bi israr dixwaze tevlî operasyonê bibe.

...