Ebadî: Tilehfer bi temamî hate kontrolkirin

Serokwezîrê Iraqê Heydar Ebadî, diyar kir ku Tilehfer bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin.

Serokwezîrê Iraqê Heydar Ebadî, diyar kir ku Tilehfer bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin.Ebadî ê ku daxuyaniyek nivîskî da got: “Navçeya Telaferê bi hemû bajarok û gundên xwe ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgar kirin û niha dibin destê hêzên Iraqî de ye.”

Ebadî di daxuyaniyê de diyar kir ku niha parêzgeha Nînowa ku parêzgeha duyem ya herî mezin a Iraqê ye, bi giştî ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat derxistin.

Artêşa Tirk û hêzên polîs li gel hêza Şîayên Milîs Heşdî Şebî, 20’ê Tebaxê ji bo rizgarkirina Tilehferê dest bi operasyonekê kiribû û piştî 7 rojan li gorî daxuyaniyên hatin kirin navenda bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyên DAIŞ’ê li şûna li Tilehferê li ber xwe bidin, derbazi cihê din bûne. Li gorî daxuyaniya duh ji aliyê pêşmergeyan ve hate kirin jî, 320 çeteyên DAIŞ’ê teslîm bûne.

Bajarokê Tilehfer ê girêdayî Mûsilê ku li gel Şîa, Tirkmenên Sûnî û Kurd û Ereban lê dijîn, 16’ê Hezîrana 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin.