Ebadî: Me Fellûce rizgar kir, dor hatiye Mûsilê
Hat ragihandin, bajarê Fellûce di encama operasyona artêşa Iraqê ya bi hefteyan dewam kir de ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin.
Hat ragihandin, bajarê Fellûce di encama operasyona artêşa Iraqê ya bi hefteyan dewam kir de ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin.
Li gorî Serokwezîr Ebadî, bi tenî li aliyekî biçûk ê bajêr şerê bi çeteyan re dewam dike.
Serokwezîr Haydar Ebadî diyar kir, Operasyona Rizgarkirina Fellûceyê ya berî 4 hefteyan destpê kir bi ser ketiye û bajar hatiye rizgaririn. Ebadî got, "Li Iraqê cihê DAIŞ'ê nîne" û destnîşan kir, armanca wan a di dorê de Mûsil e.
Rizgariya Fellûceyê ji aliyê Wezareta Parastinê ya DYA ve hat piştrastkirin. Wezaretê da zanîn, navenda bajêr bi temamî hatiye rizgarkirin û bi tenê li hin taxên derve ji bo derxistina çeteyan şer dewam dike.
Li gorî fermandarekî payebilind ê artêşa Iraqê, ji sedî 90 ê Fellûceyê di bin kontrola yekîneyên artêşê de ye.
Fellûce di Çileya 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin û çeteyan di ser vî bajarî re dest bi dagirkirina bajarên din ên Iraqê kiribûn.
Li aliyê din, tê îdîakirin ku milîsên Şîa yên di nava operasyona berî 4 hefteyan destpê kir de cih digirin, li hin cihan komkujî kirine. Li gorî agahiyên Human Rights Watch (HRW), li hin kesên hatine binçavkirin îşkence hatiye kirin û 17 kesên ji eşîreke Sûnî hatine qetilkirin.