Ebadî: Em ê seferên hewayî yên Herêma Kurdistan û navneteweyî rawestînin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku ger di nava 3 rojan de kontola sînor radestî wan nekin, wê tevahî seferên hewayî yên herêma Kurdistan û navnetewî ya ji bo Başûrê Kurdistanê bidin rawestandin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro êvarê piştî civîna Desteya Wezîran a Iraqê li ser mijara referandûma Herêma Kurdistanê daxuyaniyek çapemeniyê da. Ebadî wiha got: “Berpirsên herêmê guhdarî ti banganên li ser referandûma nedestûrî, nekirin.”

Her wiha Ebadî destnîşan kir ku di civîna Desteya Wezîran a Iraqê de biryar daye ku tevahî deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê têxe di bin kontrola hikûmeta Iraqê de.

Di daxuyaniya Ebadî de ev tişt hatin gotin:

“Rêveberên Herêma Başûrê Kurdistanê, guh nedan her cûre bangên derdorên navneteweyî ya referandûman nedestûrî. Deriyên sînorên herêma Başûrê Kurdistanê di bin kontrola Saziya Kontrola Sînor a Iraqê de ye. Eger di nava 3 rojan de kontrola sînor radestî Bexda neke, em ê seheya hewayî ya herêma Kurdistanê û navneteweyî bigirîn. Ev biryar di Desteya Wezîran de hatiye girtin.”