DYE û Îngilîstanê bi sed milyonan mirov ji înternetê şopandin

DYE û Îngilîstanê bi sed milyonan mirov ji înternetê şopandin

Ji dosyayên ajanê berê yê CIA'yê Edward Snowden daye çapemeniyê, skandaleke nû ya global derket holê. Li gorî belgeyên ji aliyê rojnameya The Guardian hat weşandin, îstîxbaratên DYE û Îngilîz, e-mail, agahiyên banke û agahiyên şexsî yên bi sedan milyonan mirovan ji înternetê şopandin. Ajanên her du welatan, ji bo sîstmên ewlekariyê bişkînin kompûterên super bikar anîn û bi gelek kargehên kompûpterê hevkarî kirin ku di ewlekariya berhemên xwe de cih bidin hin valahiyan.

Li gorî nûçeyan di The Guardian, New York Times û ProPublica hat weşandin, yekîneyên îstîxbaratên DYE û Îngilîz daneyên enktripte (kodkirî) weke gefa herî mezin a li înternetê dîtin û ji bo van kodan bişkînin ji sala 2010'an û pê ve bernameyeke nepenî dane destpêkirin.

Bi vê bernameya ku nêzî milyarek dolar mesrefa wê çê bû, ketin hundirê kabloyên li binê okyanûsan û ragihandin û daneyên li van deran hatin şopandin. Ji bo ragihandina bikaranînerên Hotmail, Google, Facebook û Yahoo were şopandin, bernameyên kompûterên taybet hatin bikaranîn. Ajansa Ewlekariyê ya Neteweyî ya DYE (NSA) şopandina van herdu kargehan ji bo "antî-teror û wergirtina îstîxbarata derve" gelekî girîng dît.

Di belgeyan de derdikeve holê ku kargeha Microsoft bi saziyên îstîxbaratê re hevkarî kiriye ku karibin Outlook.com û daneyên sohbeta sexsî ya mirovan bê şopandin. Her weha tê dîtin ku rêxistinên îstîxbaratê ji bo şikandina daneyên ektripte yên telefonên 4G jî dixebitin.

DYE bi rêya bernameya dekripto Bullrun, tevî dane û mesajên şexsî, banke û kirîn û firotina online jî dişopîne. Bi bikaranîna Bullrun re, têkiliya navbea kargehan, nivîsên navbera kargehên ewlekariyê jî tên şopandin.

Derket holê ku DYE bi bikaranîna vê bernameyê re mailên Serokdewletên Brezîla û Meksîkayê jî şopandine.

Li gorî belgeyan îstîxbaratên DYE û Îngilîz bi gelek kargehên bernameyên kodkirinê çê dikin re hevkarî kirine ku kargehên mijara gotinê di bernameyên xwe de cih bidin qelsî û valahiyekê.

SKYPE BI ZINDÎ TÊ TEMAŞEKIRIN

Di belgeyan de tê xuyakirin ku tevî Microsoeft, Yahoo!, Google û Facebook, Skype, AOL, You Tube, Apple û PalTalk jî bi vê sîstemê re tên şopandin.

NSA bi vê bernameyê re xwe digihîne mailan, sohbetên bi vîdeo û deng, vîdeo, wêne, sohbetên li Skype, transferên dosyayan, detayên tevna civakî. Li gorî The Guardian, ragihandina bi riya Skype, ji aliyê rêxistinên îstîxbaratê ve zindî tên şopandin.