DYE 35 hezar leşkerê xwe yê li Korfezê kêm nake
DYE 35 hezar leşkerê xwe yê li Korfezê kêm nake
DYE 35 hezar leşkerê xwe yê li Korfezê kêm nake
Wezîrê Parastinê yê DYE’ê Chuck Hagel diyar kir pêvajoya diplomatîk a bernameya nûkleerê li gel Îranê dimeşîne pêwiste DYE’ê bi hêza xwe ya leşkerî piştgirî bike û got ku li rexmê hevpeymana ku li gel Îranê çêkirîn jî wê hejmara leşkerên xwe yên li Korfezê kêm nekin.
Wezîr Bahreyn li ser ewlehiya herêma Korfezê ku li paytextê Manama konferansek li darxist Wezîrê Parastinê yê DYE’ê Chuck Hagel jî tevil bibû wiha got: “Em dizanîn ku dîplomasî di valetiyê de bi rê naçe.”
Hegel wiha got: “Serkeftina me li gel hêza leşkerî a DYE’ê û li gel îtifaqên li Rojhilata Navîn bi bawerkirina baweriya ku me daye şirîkên xwe girêdayî vêna wê berdewam bike.”
Hegel ku diyar kir ji ber pêşketinên diplomatîk yên di navbera Washington û Tahran’ê de ew bi fikare, hêza DYE’ê a li Korfezê di nava hewildana îtifaqên xwe rehet kirinê deye. Hegel diyar kir ku li rexmê di 24’ê Mijdarê de li rexmê hevpeymana di navbera Îran û Rojava de jî wê DYE hebûna 35 hezar lekerên xwe ya li herêmê wê berdewam bike. Hagel diyar kir ku ti niyetek a DYE’ê a di sererastkirina vê mijarê de nîne.