DYA ‘yekîneyên taybet’ dişîne Sûriyeyê

Hat ragihandin ku DYA ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê koordîne bikin wê hêzên taybet bişîne Sûriyeyê.

Hat ragihandin ku Serokê DYA  Barack Obama ji bo têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ’ê koordîne bikin wê hêzeke taybet a ji 50 kesî bişîne Sûriyeyê.

Rayedarekî paye bilind ê Qesra Spî got: "Serok Barack Obama der barê yekîneyeke ji 50 kesî kêmtir ji bo di koordîneya têkoşîna koalîsyon û hêzên xwecihî ya li hember çeteyên DAIŞ’ê de bibe alîkar destûr da ku li Bakurê Sûriyeyê bicih bibe.” Rayedar diyar kir ku Obama dixwaze balafirên A-10S û F-15 jî bişîne balafirgeha Încîrlîkê.

'WÊ SERÇETEYÊN DAIŞ’Ê HEDEF BÊN GIRTIN'

Rayedarê Qesra Spî diyar kir ku Obama têkildarî mijara ku serçeteyên DAIŞ’ê hedef bên girtin hêzeke nû bê avakirin talîmata hevdîtînan ên bi Serokwezîrê Iraqê Haydar El Abadî re daye.