DW: Kurdên li Sûriyeyê dikarin bibin hevalbend
DW: Kurdên li Sûriyeyê dikarin bibin hevalbend
DW: Kurdên li Sûriyeyê dikarin bibin hevalbend
Têkoşîna bi heybet a li dijî çeteyên DAIŞ’ê bala çapemeniya welatên rojava jî kişand. Êrîşên hewayî yên DYA û welatên rojava yên li dijî DAIŞ’ê ku kêm dimîne, valahiya hevalbendên herêmî ku li bejayî têdikoşin zêdetir dike û her wiha Kurd hevalbendê herî bi bandor tê dîtin.
Nivîskar Kersten Knîpp ê nivîskarê malpera înternetê ya Radyoya Dengê Elman (DW) di nivîsa xwe de diyar kir ku hêza ku li Rojava û Şengalê li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dide PYD ye û dikare bibe partnerê nû yê Rojava. Di nivîsa bi ser navê ‘mutefîkê potansiyel: Kurdên Sûriyeyê’ de hate diyarkirin astengiya li pêşiya tifaqa bi PYD ya ku bi nêzîkatiya xwe ya bi PKK’ê re tê nasîn, Suudî Erebîstan û Tirkiye ye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku kamp, konvoy û baragehên aîdî DAIŞ’ê bikarin bi êrîşên hewayî bên tunekirin û hat gotin ku ji bo bajarên di destê çeteyan de bên girtin êrîşên hewayî têr nakin. Her wiha hat diyarkirin ku DAIŞ dîlgirtiyên di destê xwe de wek mertal bi kar tînin. Der barê mutefîkên herêmî yê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê agahî hat dayîn.
DER BARÊ OSO Û ENIYA ÎSLAMÎ DE NAQOKÎ HENE
Di nûçeyê de hat gotin ku pêşmegeryên Başûrê Kurdistanê ev demeke dirêj e wek mutefîk tên dîtin û li Sûriyeyê jî behsa komeke çekdar a bi hezar kesî heye tê kirin. Li gorî DW’ê hê jî yekane mutefîkê welatên Rojava yê li Sûriyeyê OSO ye. Hat diyarkirin ku OSO ya niha bi komên ku di bin navê Eniya Îslamî de xwe rêxistin dike de di nava îtîfaqê de ye û hat gotin ku bi sedan endamên OSO’yê derbasî El Nûsra bûne. Hat gotin ku piştgiriya lojîstîk a ji bo çeteyan gelek bi rîsk e.
PYD DI NAVA DAIŞ’Ê DE DI PARASTINEK BI BIRYARDE YE
Di nûçeya DW’ê de hat gotin ku YPG ya ku wek leşkerê PYD’ê tê qebûlkirin li Sûriyeyê di nava rewşa aloz a de wek partnerekî girîng xwe derxistiye pêş. Di şîroveyê de wiha hat gotin: “PYD çiqas li dijî rejîma Esad serî hilde, li Bakurê Sûriyeyê axa ku di destê wan de ewqas bi biryar li dijî DAIŞ’ê diparêze. Li gorî Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim, Kurdên Sûriyeyê ji parastina axa xwe wêdetir têdidoşin. Di Mulaqata ku Muslim da DW’ê de gotibû; "Ji ber ku DAIŞ ji bo hemû cîhanê xeter e."
ASTENGIYA SUUDÎ Û TIRKAN
Hat gotin ku di nava koalîasyona li dijî DAIŞ’ê de li dijî YPG’ê sar in û di bin vê de jî welatên rojava hene. Suudî Erebîstan li gel tehdîda DAIŞ’ê, ji terza xwe ya Îslama radîkal dest bernade û beşeke welatên rojava ji ber ku Tirkiye PKK’ê qebûl nake xwe dikişînin.
Her wiha gotin ku pêvajoya çareseriya di navbera Tirkiye û PKK’ê de di vê mijarê de dê hinek guherînan bîne, Tirkiye û PKK bi salane di nava diyalogê de ne. Hat gotin ku PKK ji serê sala 2013’an heta niha xwe ji şîdetê dûr xistiye û dîsa wek berê li şûna dewletek serbixwe, daxwaza xweseriya demokratîk dike.
Di dawiyê de hat gotin ku Tirkiye piştgiriyê dide avakirina herêmeke tampon a li sînorê Bakurê Sûriyeyê tê avakirin û hat gotin ku Serokkomar Erdogan ev li Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî bi biryar kiriye.