Durzî bi eslê xwe neviyên Dewleta Fatimî, yanî Îsmaîliyan, lewma Heft Îmaman (Seb'iyye' ne. Lê belê cudahiya wan a ji Heft Îmamiyan bi vî rengî ne: Ew Xelîfeyê Fatimî yê Misrê el-Hakîm bî- Emîrîllah weke Xwedê, alîkarê wî Hamza Bîn Alî jî weke pêxember qebûl dikin.
Koka xwe Mazdekî, Med an jî Persî têne naskirin. Gelek îdîayên cidî hene ku Kurd in û ji Şengalê hatine herêmê. Lê belê xwe weke Erebên cewherî pênase dikin. Ala wan nîşaneya baweriya wan a olî ye û tenê di kêliyên jiyanî de li ba didin; hildana alê tê wateya serhildanê. Civakeke şerker û berxwedêr e.
TAYBETMENDIYA BINGEHÎN A BAWERIYA DURZÎTIYÊ
Piştevanê hev in, têkiliyên jin û mêr dişibe taybetmendiyên Elewiyan. Medreseyên wan hene ku perwerdeya olî didin. Felsefeya Batinî ji xwe re dikin esas. Gelek aliyên xwe dişibin Elewiyan. Baweriya xwe bi yek Xwedayî re tîne.
Xwarina goştê berazan, vexwarina alkolê, kişandina cixareyê, zewaca bi gelek jinan, zewaca bi yên ne Durzî re di Durzîtiyê de heram e.
Li gorî Durziyan piştî mirinê ruh bedenê diguherîne. Li cografya Rojhilata Navîn ku bawerî û ol di nava hev de ne, Durzî bi baweriya xwe û taybetmendiya xwe ya civakî civakeke girtî ye.
NIFÛSA DURZIYAN Û CIHÊN LÊ DIMÎNIN
Li Sûriyeyê nêzî 700 hezar Durzî hene. Li Lubnanê nêzî 160 hezar Durzî hene. Li Îsraîlê sê gundên wan hene û nifûsa wan derdora 15-20 hezar mirovî ye. Yên li vê derê dimînnin îdîa dikin ku ew ne Ereb in, lê xizmê Yahûdiyan e. Tevlî nava artêşê, asayîşê û wezîfeyên din ên ewlekariyê dibin. Her wiha di nava artêşa Îsraîlê de yekîneyeke taybet a Durziyan heye. Li Girên Golan nêzî 120 hezar Durzî hene.
DI DEMA ESAD DE REWŞA DURZIYAN
Hem bi bav Esad hem jî bi kur Esad re ti carî li hev nekirin. Her tim daxwaza xweseriyê kirin. Kur Esad xwed bi rêya zext û zorê wan teslîm bigire. Piştî ku di êrîşa DAÎŞ'ê de bi sedan Durzî hatin qetilkirin, Durziyan hêzên xwe yên xweparastinê ava kirin. Her tim li ber hewldana Îranê ya ji bo Şîakirinê rabûn.
Di sala 2023'an de li herêmên lê dimînin dest bi serhildaneke mezin kirin. Bi hêzên rejîma Esad re şer kirin û daxwaza xweseriyê kirin. Di vê demê de di pratîkê de herêmeke xweser ava kirin. Piştî ku Esad hate hilweşandin heman daxwaza xwe, yanî daxwaza xweseriyê ji desthilatdariya nû ya Şamê û hêzên navneteweyî re ragihandin. Hîkmet Hîcrî ku şêxê şêxên Durziyan e, di daxuyaniya dawî de got, 'Em nikarin bi feraseteke bi vî rengî ya cîhadîst re bibin yek' û ragihand ku ew bi HTŞ'ê re nabin yek.
HÊZA LEŞKERÎ YA DURZIYAN
Yekîneyên xwe yên xweparastinê hene ku ji 3 tûgayan pêk tên û li her gund û taxên Durziyan xwe bi rêxistin kirine. Xwedî wê kapasîteyê ne ku li hemberî destwerdaneke gengaz a HTŞ'ê dikarin li ber xwe bidin. Di dîrokê de teslîmî ti hêzê nebûne û xwestine bi rengekî xweser bijîn. Keleha Durziyan Çiyayê Golan û Çiyayê Durzî ye. Herêmên ku lê dimînin qadên çiyayên yên stratejîk in. Di dema nû de mîna berê niha jî daxwaza xweseriyê dikin.
JI BO WEKHEVIYA JIN Û MÊR XWEDÎ HELWEST IN
Durzî girîngiyê didin wekheviya jin û mêr. Jin dikarin bibin wezîfedarên olî, her wiha dikarin bigihêjin asta bilind û ne mecbûr in ku xwe binixumînin. Qedexe ye ku jin beriya 17 salî û mêr jî beriya 18 salî bizewicin. Her malek divê ne zêdeyî 4 zarokan be û di navbera her zarokî de 4-5 sal hebin.
Bi taybetî bi helwesta xwe ya têkildarî wekheviya jin û mêr balê dikişînin. Çîroka wan mînakek e ku nîşan dide bê bawerî çawa civakê ava dike û nasnameya çandî çawa derbasî nifşê nû dibe.