Li Meletiyê bîranîna 6’ê Sibatê: Em ê hesab bipirsin!

Kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan li Meletiyê bi meşa bêdeng hatin bibîranîn. Di bîraînê de peyama, “Mirin ne qeder bû, komkujiya rantê bû. Em ê hesabê bipirsin.”

Platforma 6’ê Sibatê ya Meletiyê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane meşek lidarxist û daxuyanî da. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Parlametnera DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Sevîlay Çelenk û nûnerên rêxistinên demokratîk tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta ‘Qêrîna bêdeng’ hat vekirin.

Piştre meşale hatin pêxistin û meşê heta ber avahiyeke di erdhejê de hilweşiyabû berdewam kir.

Li ser navê Platforma 6’ê Sibatê ya Meletiyê Nevzat Mîllîoglu axivî û da zanîn ku rayedaran hesab nedaye û heta berpirs hesab nedin ewê têkoşînê bidomînin.

Parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Salîha Aydenîz axivî û got: “Erdhej ne qeder e, xemsarî ye. Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Yên ewil xwe gîhandin herêmê saziyên civaka sivîl bûn. Piştevaniya civakî li her derê bû. Me xwe li 11 bajaran parve kir. Me xwe gîhand her derê. Ev bi eşkere cînayet û komkujî bû. Ev zîhniyet hîna li pey rantê ye. Sozên hatine dayîn tevî 2 sal derbas bû jî nehatine bi cih anîn. Pirsgirêka sitirînê heye. Em ê hesabê van bipirsin. Em jibîr nakin û em ê hesab bipirsin.”

Parlamenterê CHP’ê yê Meletiyê Velî Agbaba jî axivî û bi bîr xist ku rayedar nehatine darizandin û got; “Em bi piştevaniyê li ser lingan man.”