Konvoyeke din a gel ber bi Tişrînê bi rê ket

Çalakiya berxwedana nobedê ya li Bendava Tişrînê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê meşandin, dewam dike. Xelkê Kobanê cara çaremîn berê xwe da Bendava Tişrînê.

Ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêne rawestandin û dagirker bêne vekişandin, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8'ê Çileyê û vir ve li Bendava Tişrînê di nobeda berxwedanê de ne.

Girseya gel ji herêmên cuda bi dorvegerî tevlî çalakiya nobedê dibe.

Xelkê Kobanê li Qada Şehîd Egîd a li Kobanê li hev civiya û cara çaremîn ber bi Tişrînê bi rê ket.

Koma nû wê nobedê ji xelkê Tebqa, Reqa û Dêrazorê dewr werbigire.