Li Efrînê bi dehan Kurd hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Mabeta û gundewarê wê bi dehan Kurd revandin.

Li gorî çavkaniyên ji bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dehan mêr û ciwan li nava sûka bajêr revandin.

Hate hînbûn ku çeteyên bi navê "Emşat" ji bo serbestberdanê pere ji malbatên kesên hatine revandin xwestine.

Navên hin kesên hatine revandin wiha ne: “Xelîl Bêrem, Mihemed Bêrem, Mihemed Yûsif, Ciwan Yûsif, Arif Yûsif, Şiyar Yûsif, Îbo Şabo, Luqman Şabo, Mihemed Welîd Şabo, Arif Yûsif (70), Luqman El Omer (50), Îbrahîm Izet Şabo, Îbrahîm Mistefa û Rêzan Omer.”