BI DÎMEN

Şehîd Kurdo Kobanê hate veşartin

Xelkê Kantona Firatê bi merasimeke bi heybet şervanê QSD`ê Kurdo Kobanê spart axê.

Şêniyên Kantona Firatê li gel endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser şervanê QSD'ê Kurdo Kobanê (Qusey El Sofî) ku di 3'ê Sibata 2025'an li Dêr Hafirê Şehîd bûbû, îro bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle spartin axê.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Dinya Mihemed sersaxî ji malbatên şehîd re xwest.

Dinya Mihemed diyar kir ku berxwedana şervanê QSD'ê û YPJ'ê berxwedaneke herî xurt li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye û got, "Şervanên me derbên giran li dijmin dixin. Em berxwedana şervanên xwe silav dikin û em ê heta dawiyê li pişta şervanên xwe bin. Em ê tola şehîdên xwe ji dijmin hilînin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehemed Oso destnîşan kir ku ew bi saya şehîdên xwe gihiştine asta serketinê û got, "Şehîd Kurdo Kobanê kêlî bi kêlî di çeperên şer de li ber xwe dida û ti carî dest ji axa xwe berneda. Şehîdên me hiştin ku em azadiya xwe nas bikin, em ê jî heta dawiyê li pey xeta şehîdên xwe bin û planên dijmin têk bibin."

Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd Kurdo hate kirin.

Cenazeyê şehîd li ber tilîliyên serketinê hate veşartin.