Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê yên li dijî Bendava Tişrînê berdewam dikin. Balafirên şer ên dewleta Tirk gelê ku li Bendava Tişrînê nobetê digrin bombe kirin. Di encama bombebaranê de 2 jê jin 3 kes birîndar bûn.
Ebdulrehman Şikrî Şekiro yê di êrîşê de birîndar bû, anî ziman ku tevî hemû êrîşan jî dest ji piştgiriya QSD û YPJ’ê bernadin û wiha got: “Em ji bo piştgiriyê bidin zarok û şervanên xwe hatin. Em sivîlên ji Reqa û Tebqayê ne. Ew Xwedê nas nakin; dîsa êrîşî me kirin. Heta kengî ew ê bi vî rengî êrîş bikin? Banga me ji gelê me re ev e; Werin em xwedî li hev derkevin, xwedî li şervanên xwe derkevin. Ev bendava yê kê ye? Ew ne tenê ya me ye, ya hemû gelên Sûriyeyê ye. Şervan û şehîdên me xwîna xwe dirijînin û canê xwe feda dikin. Her kes dizane ku QSD’ê tiştekî xirab nake, ew axa xwe diparêzin û gelê xwe diparêzin. Bila dagirker zanibin ku em ji mirinê natirsin. Me kefenê mirinê çirand. Hûn nikarin Kurdan têk bibin, yê ku têk biçe hûn bin. Ez Kurdekî Êzîdî ji Efrînê me; piştî dagirkeriyê em ji Efrînê koçî Şehbayê bûn, me 7 salan li Şehbayê li ber xwe da û piştre em neçar man ku koç bikin. Êdî bes e, ma ti ji me çi dixwazî?"
Islim Mihemed a ku di êrîşê de birîndar bû, bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk da û wiha got: “Ez ji Kobanê hatim. Ji ber van êrîşan av û ceyrana me qut bû, em hatin êrîşan rawestînin. Bila hemû cîhan bibîne ku Erdogan êrîşî gel dike. Ew ji me çi dixwaze? Erdogan ti çi bikî jî ti nikarî gelê Kurd têk bibî. Em ji mirinê mezintir in. Hûn êrîşî jin, zarok û kal û pîran dikin, lê li cîhanê yek Kurd jî bimîne, em ê li ber xwe bidin. Av û ceryana bi milyonan mirovan qut kirin. Ma dewletên navneteweyî nabînin, çima her kes bêdeng e?”
Hêva Reşo Hesen jî di heman êrîşê de birîndar bû, diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin şervanên QSD û YPJ’ê hatin Bendva Tişrînê û got, “Ez ji Girê Spî me, em li gel şervanên xwe ne. Em li dijî êrîşan li ber xwe didin. Em birîndar bibin û şehîd bibin jî em ê dest ji armancên xwe bernedin û em ê berxwedana xwe bidomînin.”