Di êrîşên hewayî de dîsa gelê Tişrînê kirin hedef
Balafirên şer ên artêşa Tirk careke din êrîşî nobeda li Bendava Tişrînê kirin. Hat ragihandin ku di bombebaranê de birîndar hene.
Balafirên şer ên artêşa Tirk careke din êrîşî nobeda li Bendava Tişrînê kirin. Hat ragihandin ku di bombebaranê de birîndar hene.
Balafirên şer ên artêşa Tirk careke din êrîşî sivîlên li bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di êrîşê de birîndar hene.
Îro şêniyên Kobanê ji bo nobeda Tişrînê li qada Şehîd Egîd hatin ba hev û ber bi Tişrînê bi rê ketin.Koma nû nobed ji şêniyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê dewr girt.
Nehat zanîn bê ka ziyanên canî hene yan na.