Du rojnamevanên Sûriyeyî yên li ser hovîtiya DAIŞ'ê dinivîsandin li Rihayê hatin kuştin
Du rojnamevanên Sûriyeyî li Rihayê hatin serjêkirin. Tê texmînkirin ku cînayet ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin.

Du rojnamevanên Sûriyeyî, li qatê duyemîn ê avahiyeke sê qatî ya li taxa Ataturk a navçeya Halîliyeyê, bi awayekî serjêkirî hatin dîtin. Hat ragihandin ku du rojnamevanên 28-30 salî, bi kêra jê re 'rambo' tê gotin, hatine qetilkirin.
WÊNEYÊN HATIN HATIN PARVEKIRIN
Her wiha ji hesabekî twîtterê yê ji Reqqayê agahiyan diweşîne, peyama "Li rihayê 2 endamên me mirî hatin dîtin" hat weşandin. Di peyamê de wêneyên kesên bi navê Îbrahîm û Farîs ên hatin qetilkirin, hatin weşandin.
Piştî bûyer hate bihîstin, welatiyên Suriyeyî hatin ber malê. 7 welatiyên ji Suriyeyê, ji bo îfadeya wan were girtin birin emniyetê.
Hat ragihandin ku her du rojnamevan li dijî hovîtiya DAIŞ'ê dixebitîn.