Du kolberên din li Rojhilat birîndar bûn

Di nava rojekê de du kolberên din li herêmên sînor yên Banê û Nosûd ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatin birîndarkirin.

Duh roja Çarşemê, 2'yê Çileyê, kolberekî ji herêma Nosûd ya Rojhilatê Kurdistanê tevî ku ti barê wî jî tunebû jî, ji hêla hêzên leşkerî yên rejîma Îranê ve hate birîndarkirin. Hat ragihandin ku navê wî kolberî Amanc Şûkrî ye.

Her wiha di heman rojê de kolberekî din ji bajarê Banê bi navê Sabir Mohsênî (21) di encama êrîşa hêzên rejîmê de ji pişta xwe birîndar bûye. Tê gotin ku ti barê wî kolberî jî nebûye û ji nêzîk ve leşkerên rejîma Îranê lê reşandine. 

Kolberê navborî rakirina nexweşxaneya Banê.