Du akademîsyenên din teslîm nebûn, lê îstifa kirin
Akademîsyen Esra Arsan û Mîne Gencel Bek, bi îstifayê bersiv dan politîkayên AKP'ê yên ji bo teslîmgirtina akademîsyenan.
Akademîsyen Esra Arsan û Mîne Gencel Bek, bi îstifayê bersiv dan politîkayên AKP'ê yên ji bo teslîmgirtina akademîsyenan.
Hîndekara Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê Doç. Dr. Esra Arsan û Hîndekara Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Mîne Gencel Bek ji wezîfeya xwe îstifa kirin
Prof. Dr. Bek jî ji bo derxistina mirovan bi biryarnameyan şermezar bike, îstifa kir. Bek got; "Gelekî zehmet e ku di nava van şert û mercan de li fakulteyê bimînim."
Her du akademîsyenên îstifa kirin, mohra xwe danî bûn binê metna "Em nabin hevparê vî sûcî."