Dr. Selah Al-Serwî: Erdogan xewna Osmaniyan dibîne
Yek ji damezînerên Partiya Komunîst a Misrê wêjevan Dr. Selah Al Serwî, dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê, ji ANF'ê re nirxand.
Yek ji damezînerên Partiya Komunîst a Misrê wêjevan Dr. Selah Al Serwî, dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê, ji ANF'ê re nirxand.
Yek ji damezînerên Partiya Komunîst a Misrê wêjevan Dr. Selah Al Serwî, dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê, ji ANF'ê re nirxand.
Al-Serwî da xuyakirin, ku dagirkeriya Tirkiyeyê li Bakurê Sûriyeyê ne tiştekî ku nedihat bîra mirovan e û gefên dewleta Tirk ên ji destpêka şoreşê û vir ve li Rojavayê Kurdistanê dixwe, bibîr xist.
Al-Serwî bal kişand helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku ev hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk erê kir û got, "Biden li Enqereyê ev destwerdan pîroz kir û xwest hêzên kurd ji rojavayê Çemê Firatê vegerin rojhilatê çem. Ev bi xwe erêniyeke ji bo destwerdana Tirkiyeyê ye. Ev nayê wê wateyê ku DYA dest ji Kurdan berda ye. Lê DYA naxwaze Tirkiyeyê ber bi ve Rûsyayê ve biçe û têkiliyên bi Rûsyayê re xurt bike."
Al-Serwî wiha berdewam kir: "Sedema sereke ya destwerdana Tirkiye li Bakurê Sûriyeyê ew e, ku naxwaze herêmeke Kurdî ya azad cîranê xwe be. Tirkiye ji bo projeya Kurdan rawestîne, çi jê bê wê bike. Tirkiye çeteyên DAIŞ'ê ji Cerablûsê derxist, lê hêzên ku Tirkiye berdane nava Cerablûsê ji DAIŞ'ê ne çêtir in. Ew jî hêzên Îslamî yên radîkal in."
ERDOGAN XEWNA OSMANIYAN DIBÎNE Û DIXWAZE PÊK BÎNE
Al-Serwî der barê destwerdana Tirkiyeyê de ev şîrove kir: "Ev yek destwerdaneke eşkere ye. Tirkiyeyê vê carê ne tenê komên çekdar rê kir Sûriyeyê. Di heman demê de artêşa Tirk bi xwe derbasî nava Bakurê Sûriyeyê-Rojava bû. Artêşa Tirkiyeyê li Bakurê Iraqê jî heye. Tirkiye dixwaze xewnên Osmanliyan bi Heleb û Mûsilê bi cih bîne. Dixwaze van her du bajaran dagir bike."
Al-Serwî anî ziman ku ev şerê li Sûriyeyê bi tevahî diqewime, ji armancên şoreşê dûr ketiye û ev şer ne di navber hêzên terorîst û dewlêtê de ye, ev şer êdî şerekî navneteweyî ye.
SERDEMA YEK NETEWE Û YEK PARTÎ QEDIYA
Al-Serwî di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku zemanê yek netewe ku serweriya xwe berde ser neteweyên din û yek partî ku desthilatdariya xwe berde ser dewletê qediya ye. Al-Serwî got: "Em di serdema demokrasiyê de ne. Ti kes nikare mafê kesî binpê bike. Pêwîste wekhevî di navber pêkhateyan de hebe da ku hevgirtinek çê bibe. Dewleta ku hemû pêkhate tê de wekhev in ew dewlet ya herî xurt e û dikare rola xwe di civaka navneteweyî de bilîze."