Dozgeriya Tirk xwest îfadeya 9 kesên destek dan Ozgur Gundemê bigire

9 rojnamevanên ku di çarçoveya kampanya 'Berpirsyariya Weşana Giştî ya Nobedar' de destek dan rojnameya Ozgur Gundemê, bi îdîaya 'propaganda rêxistina terorê' tên sûcdarkirin. Dozgeriya Tirk bang li van rojnamevanan kir, ku îfadeyê bidin.

Dozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdîaya 'propaganda rêxistinê kirine' ji 9 kesên beşdarî nobeda "Berpirsyariya Weşana Giştî ya Nobedar' a Ozgur Gundemê bûne, xwest îfadeyê bidin. Kesên ji wan hat xwestin biçin îfadeyê bidin ev in: Endama Rêvebera Navendî ya HDP'ê Çîlem Kuçukkeleş, Etîdora ETHA'yê Derya Okatan, Berpirsyarê Weşana Giştî ya malpera "haberdar.com" ku hat girtin Said Sefaoglû, rojnamevan Tûgrûl Eryilmaz, Dîcle Anter, Hasan Cemal, Hasan Huseyîn Tahmaz, Mûrat Ûyûrkûlak û Nadîre Mater. Ji van 9 kesan hat xwestin, di nava 15 rojan de li Dozgeriya Komarê ya Stenbolê îfade bidin.