Dozgerê Komarê yê Parîsê Françoîs Molîns derbarê lêpirsîna kuştina sê siyasetmedarên Kurd de axivî û van agahiyan da: "Ev kêsê gûmanbar ku hatibû girtin, 2 sal e li derdora PKK'yê, lê nasnameya wî ya rast nayê zanîn. Di çenteyê vî kesî de şopa barûtê hatiye dîtin."
Dozgerê Komarê yê Parîsê Françoîs Molîns aşkera kir ku, îro di demjimêr 17.00an de li Qesra Edaletê civîneke çapemeniyê li dar xist û di derbarê lêpirsinê de agahî da. Dozger li ser kurtejiyana Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ku roja 9'ê Çileyê hatibûn qetilkirin agahî da û hin detayên bûyerê eşkere kir.
Dozger diyar kir ku Cansiz û Şaylemez ji serê xwe bi sê guleyan, Dogan jî bi çar guleyan hatiye kuştin û tenê çekek hatiye bikaranîn. Lê dozger da zanîn ku hê nehatiye tespîtkirin ka ev çek otomatîk e, an na. Dozgerê Fransayî herwiha van detayên buyêre eşkere kir:
"Li hindur şopa hev gijgijandinek ango jî pevçûnek tuneye. Cihê eşyayan jî nehayite guhertin. Li ser mase çar qedeh hebûn û ji bo vê jî tê texmin kirin ku li hundur çar kes hebûn. Heta nivro şexsê bi navê Omer Guney gelek caran ketiye buroyê û derketiye. Carekî bi Cansiz re derketiye derve, bi wê re hin tişt kiriye û tenê vegeriyaye. Vê carê beyî ku koda derî bikarbîne ketiye hindur. Di seat 12.43'an de ev kes komputera Fidan Dogan bikaraniye û ji vê demê pêş ve hemû têkilî qûtbûye.
Di îfadeyên vî kesî de nakokî hene û di çentê wî de jî şopa barûtê hatiye dîtin. Di dîmenên kamerayê de xûya dibe ku ev kes bi vî çenteyî ketiye buroyê. Ev kes 2 sal e li derdora PKK'yê û lê belê hê di derbarê nasnameyê wî yê rast de agahiyên zelal tunene."
Dozger Molins diyar kir ku ev kesê hatiye binçavkirin ji ber kuştina sê jinên Kurd hatiye girtin. Li gorî agahiyên dozger ev kes yek ji kiryarê komkujiyê ye.