Dozger xwest polîsan binçav kirin

Dozger xwest polîsan binçav kirin

Li navçeya Erxeniyê beriya du rojan 5 welatiyên ku bi hinceta tevlî çalakiyên Kobanê bûne hatibûn binçavkirin û piştre hatin berdan bi şev di encama serdegirina malan de cardin hatin binçavkirin.

Li navçeya Erxeniyê ya Amedê beriya 2 rojan 6 kesên bi hinceta tevlî çalakiyên Kobanê bûne hatibûn binçavkirin ji wan Kemal Aslan hatibû girtin û 5 kesên din jî piştî îfadeyên dadgehê hatibûn berdan. Welatiyên bi navên Helîme Erdem, Ersîn Azak, Mehmet Karakoç, Nurullah Taş û endamê Egîtîm Senê mamoste Ergîn Bayar li ser îtiraza dozgeriyê bi şev di encama serdegirtina malan de cardin hatin binçavkirin.

Kesên ku piştî hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan û tê payîn ku ji wir sewqî dozgeriyê bên kirin.