Dozger ji bo berdana Kamûran Yuksek îtiraz kir

Dozgerê 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê îtirazî berdana Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek kir.

Dozger îtirazî hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê ku ji ber axaftinên bername û çalakiyên partiya xwe di mehaGgulanê de hatibû girtin û di 7'ê Cotmehê de hate berdan, kir. Dozgerê 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê di îtiraza xwe de got ku axaftinên Yuksek ên di çalakiyan de kiriye xebatên partiyên siyasî nîne îdia kir ku "Xebatên rêxistina neqanûnî ye" ji ber vê yekê jî dozger xwest ku Yuksek bê girtin.

Dadgeh wê rojên pêş de îtirazê binirxîne û eger dadgeh îtirazê red bike dozger wê îtirazî dadgeheke jor bike.