Doza Yuksekdag di rojeva Parlamenta Skoçyayê de ye
Parlamenterê Partiya Keskan ê Skoç Ross Greer, bêhiqûqiya di dema rûniştina doza Fîgen Yuksekdag de hate kirin, xist rojeva Parlamenta Skoçyayê.
Parlamenterê Partiya Keskan ê Skoç Ross Greer, bêhiqûqiya di dema rûniştina doza Fîgen Yuksekdag de hate kirin, xist rojeva Parlamenta Skoçyayê.
Greer der barê mijarê de pêşniyarnameyek pêşkêşî Parlamenta Skoçyayê kir û derxistina heyeta navneteweyî ji salona dadgehê û zextên li Tirkiyeyê li mûxalefeta demokratîk tê kirin, şermezar kir.
Parlamenter Rûth Magûîre, Stewart Stevenson, John Fînnîe jî piştî dan pêşniyarnameyê. Di pêşniyarnameyê de wiha hate gotin: "Parlamenta Skoçyayê balê dikişîne ser rûniştina destpêkê ya doza hikumeta Tirk li hemberî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag vekiriye 4'ê Tîrmeha 2017'an pêk hat, derxistina çavdêrên navneteweyî ji dadgehê şermezar dike, fikarên xwe tîne ziman ku sûcdariyên li Yuksekdag tên kirin ji bo têkbirina mûxalefeta demokratîk a li hemberî hikumeta Tirk hatine amadekirin, van sûcariyan weke parçeyekî pêngava rêveberiya Erdogan a ji bo otokrasiyê dibîne, têkildarî girtina parlamenterên mûalîf, xebatkarên partiyên din, rojnamevan û her kesên desthilatdariya Erdogan rexne dikin, rexne û fikarên li qada navneteweyî eşkere dike, di wê baweriyê de ye ku sûcdariyên li hemberî Fîgen Yuksekdag û parlamenterên din ên HDP'ê tên kirin sexte ne û bang dike ku ev sûcdarî hemû bên betalkirin."