Doza parêzeran dest pê kir
Doza 50 kesî ku di nav wan de parêzerên endamên OHD’ê Ramazan Demîr û Aysel Acînîklî û endamên TUAD û rêveberê wê jî hene ku 7 ji wan girtî ne, li Dadgeha Cizayê Giran ê 14. a Stonbelê dest pê kir.
Doza 50 kesî ku di nav wan de parêzerên endamên OHD’ê Ramazan Demîr û Aysel Acînîklî û endamên TUAD û rêveberê wê jî hene ku 7 ji wan girtî ne, li Dadgeha Cizayê Giran ê 14. a Stonbelê dest pê kir.
Rûnişta duyemîn a doza 50 kesî ku di nav wan de parêzerên endamên OHD’ê Ramazan Demîr û Aysel Acînîklî û endamên TUAD û rêveberê wê jî hene ku 7 ji wan girtî ne, bi îdîaya ku ‘’Rêveberê rêxistinê ne’’ û ‘’Endamên rêxistinê ne’’ li Dadgeha Cizayê Giran ê 14. a Stonbelê dest pê kir. Parêzerên girtî Ayşe Canîklî, Ramazan Demîr û hin parêzerên bersûc Huseyîn Bogateîk, Sînan Zincîr, Raziye Turgut tevlî bûn, bersûcê ne girtî Kayhan Guney jî bi SEGBÎS’ê tevlê bû.
Wekîlên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, Garo Paylan, Cîgirê Serkê Berpirsê Mafê Mirovan û Hiqûqê yê HDP’ê Aysel Tûglûk, wekîlê berê Hesîb Kaplan, malbatên girtiyan, nûnerên baroyên li Kurdistanê, Baroya Parîsê û gelek nûnerên baroyan rûniştinê dişopînin. Di rûniştinê de nêzî 50 parazêr parastinê dikin.