Rûniştina doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi krîza parastinê destpê kir. Doza 27 jê parêzer 28 girtî ya 50 kesan li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya li Sîlîvriyê bi krîza parastina zimanê zikmakî destpê kir. Parêzeran diyar kirin ku, ji bilî zimanê zikmakî bi tu zimanên din parastinê nakin.
3'emîn rûniştina doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran ku li Kampusa Sîlîvriyê bi krîza parastina zimanê zikmakî destpê kir. Doza ku di nav de 27 parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî heyî 28 jê girtî 50 kesan bi aloziyê destpê kir.
Di rûniştina dozê de Parlamentera Wanê û Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parlamenterên BDP'ê Sebahat Tuncel û Pervin Buldan jî amade bûn. Dîsa gelek parêzerên ewropayê jî wekî çavdêr tev li rûniştinê bûn. Nêzî 50 parêzerên girêdayî sendîkaya Parêzerên Firansî, Enstîtuya Mafê Mirovan ya yekîtya Baroyên Navneteweyî, Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçuk Kozagaçli, Serokê Baroya Stenbolê Umît Kocasakal, Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar jî di nav de100 parêzer amade bûn.
Hemû parêzerên girtî û 11 parêzerên serbest tên darizandin beşdarî dozê bûn. Dozê bi parastina parêzerên girtî destpê kir. Di rûniştina dozê de Mizgîn Irgat, ji Serokê heyetê Mehmet Ekîncî re got "Ez dixwazim parastina xwe bi Kurdî bidim û ez werger dixwazim" Li gel vê yekê dîsa Serokê heyetê pirs li ser pirsê pirsîn.
Prz. Mehmet Emin Aktar jî parastin kir û wiha got: "Di rûniştinê berê de jî ji ber ku heman rêbaz hatibû bikar anîn me salon terk kiribû. Hempîşeyên me dixwazin bi zimanê zikmakî parastina xwe bikin. We jî wekî ku girtiyan parastin kiribe doz berdewam kir. Dê ji niha û şûn ve jî daxwaza parastina zimanê zikmakî ya hempîşeyên me berdewam bike." Li ser vê yekê Seroke heyetê Ekîncî jî got 'Tu çawa dizanî ku dê bi kurdî biaxivin. Belkî bi tirkî bi axivin" û axaftina Aktar qut kir. Lê Aktar dîsa axaftina xwe berdewam kir û wiha got: "Me beriya rûniştinê bi muwekilên xwe re hevdîtin kir. Muwekilên me diyar kirin ku, dê bi kurdî parastinê bikin. Her çend zagon bên guhertin jî em li bendê rawestin em demê winda dikin. Em dixwazin muwekilên me bi kurdî parastinê bikin û werger bên amakirin." Lê heyeta dadgehê daxwaza Aktar red kir.
Di parastinê de parêzeran dîsa daxwaza xwe ya paratina zimanê kurdî dubare kirin. Parêzer Nezahat Paşa Bayraktar û Ayşe Batumlu yên serbest tên darizandin û Parêzer Hatice Korkut diyar kirin ku, heta parastina kurdî neyê qebûlkirin dê parastina xwe nekin. Parêzeran dîsa daxwaza xwe ya werger dubare kirin.
Prz. Umît Sisligun jî anî ziman ku, wî bi Hakki Alphan yê li Îmraliyê ji doza MLKP'ê e hevdîtin kiriye tê darizandin û wiha got: "Muwekilê min ji doza MLKP'ê hikum xwar. Lê dî îdîanameyê de wekî doza PKK'ê derbaz dibe. Ev doz teqez siyasî ye." Prz. Mehmet Emin Aktar jî xwest hemû berfirehiya çûna Îmralî vebêje. Sisligun jî wiha bersiv da: "Dozger tenê serlêdanên Parêzerên buroya Hiqûqê qebûl dikir. Min nedikarî bi serê xwe serlêdanê bikim. Min li ser navê parêzerên buroya Sedsalê serlêdan dikir. Berê ez û parêzerên Buroya hiqûqê bi hev re diçûn.
Heyeta Dadgehê piştre biryar da ku dosyayên parêzeran yên din jî bi vê dosyayê re bikin yek û navber da rûnişitnê. Rûniştina dozê dê piştî nîvro berdewam bike.