Doza Altûn hate taloqkirin

Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn a girtî  tevlîbûna rûniştina dozê ya bi rêya SEGBÎS’ê red kir. Doz hate taloqkirin.

4’emîn rûniştina doza Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn hate kirin ya ku ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve ji kar hatibû dûrxistin û hatibû girtin. Di rûniştina doza li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê de parêzer amade bûn. Altûn a li Girtîgeha Tîpa F a hejmar 1 a Kandira ya  Kocaeliyê tê girtin tevlîbûna rûniştina dozê ya bi rêya SEGBÎS’ê red kir û doz taloqî 6’ê Nîsanê hate kirin.

Ji bo Nûrhayat Altûn ji ber xebatên siyasî heta 22 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.