Dolar û Euro rekora herî bilind şikand
Piştî ku desteya nû ya wezîran a rejîma Erdogan roja Duşemê hate eşkerekirin, qîmetê lîreyê Tirk li pêşberî Dolar û Euro gelekî kêm bû.
Piştî ku desteya nû ya wezîran a rejîma Erdogan roja Duşemê hate eşkerekirin, qîmetê lîreyê Tirk li pêşberî Dolar û Euro gelekî kêm bû.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan roja Çarşemê gotibû, nivîsên li ser desteya wezîran di çapemeniya derve de tên weşandin ne xema wî ne û faîz wê kêm bibe. Piştî van gotinên Erdogan Dolar û Euro di asta herî bilind de rekor şikand. Dolarê ku beriya niha gihîştibû 4.92 lîreyê Tirk bû 4.97 lîre. Buhayê Euro jî bû 5.80 lîre.