Rêza aboriya cîhanê diguhere, lê Tirkiye ji şûna xwe nalive

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Banka Cîhanê ve hatin weşandin, Hîndîstan bû şeşemîn aboriya herî mezin a cîhanê. Çîn wê sala 2030'î ji DYA derbas bibe û bibe ya yekemîn.

Li gorî Banka Cîhanê ku daneyên xwe yên sala 2017'an ên li ser aboriyê eşkere kir, par hatina neteweyî ya hemû welatan gihîşte 80 trilyon û 600 milyar Dolarî. Hate ragihandin ku li gorî salek berê, aboriya global bi 4,7 trilyon Dolarî zêde bûye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi 19 trilyon û 390 milyar Dolarî hîn jî aboriya herî mezin a cîhanê ye. Ya ku gelekî nêzî DYA ye, Komara Gel a Çînê ye. Hatineya navxweyî ya Çînê gihîşt 12 trilyon û 237 milyar Dolarî.

Japonya bi 4,87 trilyon dolarî bû sêyemîn aboriya herî mezin a cîhanê. Elmanya jî bi 4 trilyon û 677 milyar dolarî di rêza çaremîn de cih girt.

HÎNDÎSTANÊ FRANSA JI RÊZA ŞEŞEMÎN DERXIST

Li gorî daneyên Banka Cîhanê, piştî Çînê welatê ku herî zêde mezin bû Hîndîstan e ku nifûsa xwe 1,3 milyar e. Hîndîstan bi 2 trilyon û 597 dolarî cihê xwe di reza şeşemîn de girt. Brîtanya Mezin bi 2 trilyon û 622 milyar Dolarî pêncemîn aboriya herî mezin a cîhanê ye. Fransa jî bi 2 trilyon û 582 milyar Dolarî kete rêza heftan.

Li Brezîlyayê ku nifûsa xwe 200 milyon e, hatineya neteweyî ya navxweyî 2 trilyon û 55 milyar Dolar e. Piştî Brezîlyayê welatê Îtalya tê ku hatineya xwe ya neteweyî 1 trilyon û 934 milyar Dolar e.

Piştî Îtalyayê welatên Kanada, Federaysona Rûsya, Koreya Başûr, Awûstralya, Spanya, Meksîka û Endonezya tên.

TIRKIYEYA AKP'Ê DIKE NAKE NIKARE JI RÊZA 17'AN DERKEVE

Serokkomarê Tirk Erdogan bi salane derewa "em ê bibin dehemîn aboriya herî mezin a cîhanê" dike. Tirkiye di sala 2017'an de jî di rêza 17'an de ma.

Li gorî daneyên Banka Cîhanê, Tirkiye ku hatineya xwe ya neteweyî 851 milyar Dolar e, piştî Endonezyayê di rêza 17'an de cih digire.  Li gorî texmînên Centre for Economics and Business Research, heta sala 2032'an jî Tirkiye cihê xwe di nava 12 aboriyên herî mezin de cih nagire.

Li gorî heman daneyan, Komara Gel a Çînê dibe ku di nava 12 salan de ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bibihure û cihê xwe di rêza yekemîn de bigire.

Li gorî vê texmînê, wê Çîn di rêza yekemîn, DYA di rêza duyemîn û Hîndîstan jî sala 2032'an cihê xwe di rêza sêyemîn de bigire.

Li gorî vê texmînê, welatên din ên sala 2032'an di nava 10 aboriya herî mezin a cîhanê de cih bigirin wiha ne: Japonya, Elmanya, Brezîlya, Brîtanya Mezin, Koreya Başûr, Fransa û Endonezya.