Dolar dîsa zêde bû

Piştî biryara Banka Navendî ya Tirkiyeyê Dolar/TL kêm bûbû. Îroj Dolar dîsa bilind bû.

Piştî biryara Banka Navendî ya ya roja Duşemê Dolar ji 4.60’an daketibû 4.55’an. Dolar/TL ya ku roja Sêşemê 4.56 bû 1.10 ji sedî zêde bû û derket ser 4.63’an.

Eûro jî ji 5.31’an bû 5.34. Sterlîn jî ji 6.08’an bû 6.12.

Lîraya Tirkan roja Sêşemê bû pereyê sêyemîn ku li hemberî Dolar heliya.

Banka Navendî bi biryara sadekirinê diyar kiribû ew ê faîzê derxînin 16.50 û ew ê asta jor a faîzê jî 18 be. Ev sepandin ew ê di 1’ê Hezîranê dest pê bike.

Piştî biryara Banka Navendî, Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek û Serokê Banka Navendî Mûrat Çetînkaya jî çûn Londrayê.