DOKH’ê bo çalakiya ‘Sakiniyek, Hezar Jin’ bang kir

DOKH’ê bo çalakiya ‘Sakiniyek, Hezar Jin’ bang kir

Di 7’ê îlonê de li dijî bendavên li Kurdistanê tên çêkirin bi dirûşmeya ‘Hezar Jin, Hezar Semah; Sakineyek, Hezar Jin’ dê li Dêrsîmê şahiya semahê , pêk were. DOKH’ê banga tevlibûnê kir û got divê her kes berê xwe bide vê Semahê, divê her kes berê xwe bide Sakineyê.

DOKH’ê bi dirûşmeya ‘Hezar Jin, Hezar Semah; Sakineyek, Hezar Jin’ di 7’ê îlonê de li Dêrsîmê dê şahiyekê pêk bîne. Ji bo meşa dê ji Gola Çeto destpê bike heta Ana Fatma pêk were, DOKH’ê banga tevlibûnê. DOKH’ê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku bendav û qerekolên li herêmê tên çêkirin ji bo tunekirina çand, bawerî û dîroka gelane û wiha got: “Çêkirina qerekol û bendavan parçeyeke polîtîkaya qirkirinê ye. Îspata vê jî projeyên Munzur, Heskîf û Xelfetiyê ye. Li Dêrsîmê jî hedef dikin ku cihên pîroz tune bikin.  Ji ber vê em wek Tevgera Jinan a Azad di 7’ê îlonê de  dê bi dirûşmeya ‘Hezar Jin, Hezar Semah; Sakineyek, Hezar Jin’ li Dêrsîmê dê çalakiyekê pêk bînin.”