Dogan: Bila girtina Erdogan bê bîra wî

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Celal Dogan têklidarî girtina Hevşaredarên Amedê got, "Yên îro biryara girtina şaredaran didin bila paşeroja xwe binêrin û girtina xwe bînin bîra xwe."

Hikûmeta AKP’ê û Serokomar Erdogan di bin navê Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) êrîşî gelê kurd, sazî û dezgehên kurd û şaredarên kurd dike û her roj li dijî vîna gelê kurd darbeya siyasî pêk tîne. Herî dawî  Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ji aliyê dadgeha Amedê bi hinceta ku 'endamên rêxistinê ne' hatin girtin. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Celal Dogan têkildarî girtina Kişanak û Anli axivî û diyar kir, eger armanc tinekirina gelekî be ev armanc ti caran nayê cih.

'CIVAK HILBIJÊRÊN XWE BAŞ NAS DIKE'

Dogan diyar kir, şaredar ji aliyê gel ve tên hibijartin û wiha axivî: "Kesên ku sûcekî bikin divê ku bên girtin. Lê daxuyanî û tevlîbûna li merasîmên cenazeyan di qanûnên cîhanê de wekî sûc nayên dîtin. Ji ber vê yekê jî ez girtina birêz Kişanak û Anli bi tundî şermezar dikim. Binêrên yên ku wekî şaredar hatin hilbijartin herî kêm ji sedî  65 ê dengan girtin û ji aliyê gel ve hatin hilbijartin. Dibe ku hikûmet wan kesan baş nas neke, lê civak kesên ku hildibijêr e baş nas dike û li gorî vê jî deng dide wan kesan."

Dogan axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger kesek bi hinceta tevlîbûna cenaze û daxuyaniyan bên girtin, fikarên min ji bona vê yekê her roj zêde dibin. Eger bi hincetên wiha kes bên girtin, ez bawerim ti kes namîne derve û wê hemû bên girtin. Yên ku diçin tevlî cenazayan dibin êşa civakê bi dil û can dilê xwe de dikişînin û li gorî vê tevlî merasîma cenazeyan dibin. Eger mirov ji aliyê olî ve binirxîne tevlîbûna merasîma cenazeyan wekî sinnet e."

'HIKÛMET BI SER NAKEVE'

Dogan da xuyakirin ku li Tirkiyeyê hiqûq tine ye û axaftina xwe wiha domand: "Der barê yên ku tên girtin de ti muameleyên hiqûqî nayên kirin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin li hemberî gelê kurd darbeya siyasî pêk tê û her roj ev yek bi awayekî derhiqûqî berdewam dike. Dibe ku amadekariyên hin tiştan bên kirin. Ji ber vê yekê fikarên me jî hene. Em ê di demek nêz de bibînin ku dewlet amadekariyên çi dike û çima li hemberî gelekî êrîşên hovane ewqas zêde dike. Lê em vê jî bibêjin; eger armanc tinekirina gelekî be, ev armanc ti carî nayê cih. Bi salan e êrîşên wiha berdewam dikin lê dîsa jî gel ser piyan e û li hemberî hemû zor û zordariyan jiyana xwe berdewam dike."

'BILA ERDOGAN ZANIBE, EW JÎ BI HEMAN HINCETÊ HAT GIRTIN'

Dogan bal kişand ser girtina Erdogan a dema ku şaredar bû û wiha pêde çû: "Erdogan jî demekê şaredar bû. Dema ku Erdogan şaredar bû û hat girtin Tirkiye rabû ser piyan. Divê ku Erdogan ji bîr neke hinceta ku îro ew nîşan dide û şaredaran dide girtin, heman hincetê ew jî hat girtin. Divê ku ev nakokî di nav civakê de rabin û siyasetekî demokrasiyê bê meşandin. Bi vî awayî ti kes nagihîje ti armancan. Bila Erdogan girtina xwe baş bîne bîra xwe û li gorî vê biryaran bide."

'ÎRADEYA MÎLYONAN TÊ BINPÊKIRIN'

Dogan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bila neyê ji bîr kirin Erdogan bi sedî 23 deng wergirt û bû şaredar. Lê îro şaredarên ku bi fermana Erdogan hatin girtin di navbera sedî 65-85 deng girtin û niha di girtîgehan de ne. Divê di serî de civak hesaba van girtinan bipirse. Îro îradeya bi milyonan kesî ji bo hin berjewendiyên hikûmetê tê binpêkirin."